Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 07:27 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyozên 8 welatên Erebî kir
| KDP.info


Bexda-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li bajarê Bexdayê pêşwaziya şandekî hevbeş ji Balyozên 8 welatên Erebî kir.

Îro Pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Balyozên heşt welatên Erebî kir ku ji Tariq Abdulla Elferec Balyozê Kuweyt li Iraqê û Sultan Mubarek Elkubeysî Balyozê Qeter li Iraqê û Ehmed Semîr Hilmî Balyozê Misir li Iraqê û Xalid Ehmed Elmensur Balyozê Behreyn li Iraqê û Şêx Mehmûd Elxirusî Balyozê Selteneta Oman li Iraqê û Zêd Ebu Hisan Karbirêvebirê Balyozxaneya Urdin li Iraqê û Seîd Elqehtanî Karbirêvebirê Balyozxaneya Suudiye li Iraqê û Mihemed Salih Eltinîcî Karbirêvebirê Balyozxaneya Îmarat li Iraqê pêkhatibûn.

Di vê civînê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û sedem û palnerên serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtin û guftûgoyên li gel aliyên siyasî ji bo şanda mîhvan xisterû û balkişand li ser wê yekê ku keşekî erênî li rewşa siyasiya Iraqê û helwestên wan de hatiye holê û dikarîn li ser bingeha wê rewşa nû bigihîn encamên baş yên ji bo çareserkirina kêşeyan û nehiştina astengiyan ku ewe bi xwe bandorê li ser aramiya Iraq û navçeyê dike.

Serok Barzanî di dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xist ser mijara hebûna hêzên hevpeymanan li Iraqê û ragihand pêwîst e ev yek di çarçoveya rêkeftin û lihevhatineke niştimanî û liberçavgirtina berjewendiyên Iraq û navçeyê bingeh bigre.

Di beşekî dinî civînê de Balyozên welatên Erebî hêviya wê yekê xwestin ku serdana Serok Barzanî ya Bexda bibe cihê xêr û aramiyê ji bo Iraqê û herwiha tekezî jî li wê yekê kirin ku welatên wan ji bo bihêzbûna asayîş û aramî û xweşguzeraniya welatiyên Iraqê û çareserbûna kêşeyên siyasî yên Iraqê piştevaneke tevahî ya Iraqê dibin.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact