Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 12 JUN 2025 16:29 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî ligel serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê civiya
| KDP.info


Bexda-KDP.info- Li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî li gel aliyên Çarçoveya Hemahengiyê li mala Seyid Emmar Hekîm civiyan.

Di destpêka civînê de Seyid Emmar Hekîm li axaftina xwe de bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û wê serdanê bi girîng û dîrokî wesif kir. Her wiha balkişand li ser xebat û qurbanîdana Kurd û Şîe û wekî xalekî hevbeş ya ji bo rizgarbûna ji sîtemkarî û dîktatoriyetê.

Di beşekî dinî vê civînê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ya ji bo serdana Bexdayê nîşanda û civîna li gel aliyên siyasiyên Iraqê û ji bilî balkişandina li ser girîngiya civînê li gel aliyên pêkhênerên çarçêweya hemahengiyê, ewe jî xisterû ku niha vekirinek li rewşa siyasiya Iraqê pêkhatiye ku dikarê derfetekî baş bê ji bo veguherîna bîr û ramanan li ser astengan û çareserkirina kêşeyan. Serok Barzanî balkişand li ser dîroka hevbeşa aliyan ya li xebat li dijî dîktatoriyet û binyatnana Iraqa nû û nivîsîna destûr û tekez li wê yekê kir ku destûr bingeheke bihêze ji bo hemû aliyek ku li ser kêşe û astengan de serbikevîn.

Di dirêjahiya civînê de rewşa siyasî û pirsa hebûna hêza hevpeymanan babeta neft û budçeyê û îstîhqaqat û çawayiya hilbijartina Serokê Encûmena Nûneran bi hûrî danustandina bîr û ramanan kirin.
Her wiha tekez jî li ser palpiştîkirina kabîneya Mihemed Şiya Sudanî kirin ku encama rêkkeftina di navbera aliyan û bi piştbestina bi bingehên destûrî hatiye pêkanîn.

Di vê civînê de biryar li ser danîna mekanîzmekî hevbeşa di navbera her du aliyan kirin ji bo berdewambûna peywendî û hemahengiya li ser çareserkirina wan giriftên berê hebûne û her wiha çawayiya muamelekirina li gel wan pêşhatên ku li paşerojê de têne holê.


 




Nûçeyên din

Hevserokê DEM Partiyê pîrozbahiyê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir

FRIDAY, 06 JUNE 2025 18:06:44

Hewlêr-KDP.info: Îro în, 06.06.2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo cejna pîroz a Qurbanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Tuncer Bakırhan, Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî)yê ve, wergirt.

Peyama Serok Barzanî ya cejna pîroza Qurbanê

THURSDAY, 05 JUNE 2025 22:06:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzani bi boneya Cejna Qurbanê peyamek pîrozbahiyê weşand û got: "Ez pîrozbahiyên xwe yên germ li Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim."

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya cejna pîroz a Qurbanê

THURSDAY, 05 JUNE 2025 22:06:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê bi hatina cejna Qurbanê ya Pîroz peyamek balav kir û ragehand: “Em hêvîdar in ku ev helkefta pîroz, bibe derfetek nû ji bo serdestkirina zimanê lojîkê”.

Mesrûr Barzani bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir

THURSDAY, 05 JUNE 2025 22:06:00

Hewlêr-KDP.info:Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi hatina cejna Qurbanê ya Pîroz peyamek balav kir û ragehand: “Em ê hemû hewlekê bidin da ku vê rewşê derbas bikin û vê zilmê li ser fermanberên mûçexwar ên Herêma Kurdistanê rakin.”

Serokê Hikûmetê pêşwaziya nivîskar Fuad Mecîd Mîsrî kir

TUESDAY, 03 JUNE 2025 19:06:52

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem, 3ê Hezîrana 2025ê Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nivîskar û rewşenbîr Fuad Mecîd Misrî civîya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact