Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 02:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Konsulê Fransayê: Herêma Kurdistanê li cem me xwedî pêgeheke girîng û taybet e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 29ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brêm kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî diyar kir.

Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê jî amaje da ku Herêma Kurdistanê pêgeheke giring û taybet li nik Serokê Fransayê û xelkê Fransayê bi gistî heye, herwesa dilxwaziya welatê xwe jî ji bo berdewamiya peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.

Danûstandinên li ser dawî pêşhat û guhertinên Iraq û deverê jî pareke din a wê hevdîtinê bû.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact