Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 28 APR 2025 07:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Kurdistan pêbend e bi çanda wekhevî û bihevrejiyanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 28ê Mijdara 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Metranê Romî yê Ortodoks li Bexda û Kuwêt û Umanê Metran Xetas Hezîm kir.

Di wê hevdîtinê de Metran Xetas Hezîm spasiya bizavên Serok Barzanî ji bo parastina pêkhatan kir û rêz ji bo gelê Kurdistanê hebû ku di tengaviyan de deriyên xwe ji bo bi dehan hezar awareyên kiristiyan vekir.

Her di wê hevdîtinê de arêşe û astengên di rêya kiristiyanên Iraqê û deverê de hatin behskirin û Serok Barzanî tekezî kir li ser pêbendbûna gelê Kurdistanê bi çanda wekhevî û bihevrejiyanê.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî bi Şahê Urdunê re dicive

SUNDAY, 27 APRIL 2025 13:04:28

Hewlêr-KDP.info: Îro Yekşem 27/4/2025, Birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî diçe Emman, paytexta Şahnişîna Urdunê ya Haşimî.

Nêçîrvan Barzanî serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Kurd pîroz dike

SUNDAY, 27 APRIL 2025 10:04:15

Hewlêr-KDP.info: îro 26ê Nîsanê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwêstiya Kurd pîroz dike.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Urdinê kir

SATURDAY, 26 APRIL 2025 13:04:48

Hewlêr-KDP.info: Roja şemiya 26 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Ehmed El Sefdî Serokê Encûmena Nûnerên Urdin û şanda pê re kir.

Nêçîrvan Barzanî beşdariyê li rêwresma xatirxwestina ji Papa dike

FRIDAY, 25 APRIL 2025 18:04:11

Hewlêr-KDP.info : Êvariya îro în 25.04.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo beşdarî kirina li rêwresma xatirxwestina ji Papayê Vatîkanê, dê biçe Roma ya paytexta Îtalya yê.

‏Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Fransayê kir

THURSDAY, 24 APRIL 2025 00:04:00

‏Hewlêr-KDP.info: roja çarşema 23 ê Nîsana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Jean - Noël Barrot Wezîrê Derveyê Fransayê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact