Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 18 NOV 2025 16:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Min herdem xwestiye ku ciwanên me pişta xwe bi şiyanên xwe ve girê bidin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew her dixwaze ciwanên Kurdistanê pişta xwe bi xwe û bi şiyanên xwe ve girê bidin û ew jî wek hikûmet piştevanê wan dibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di beşdariya 6emîn eventa TEDx Niştiman de ragihand, îsal gelek kes beşdarî vê eventê bûne, ev jî wê yekê nîşan dide ku ruhiyeta dahênan û dirustkirinê li cem ciwanên me çend e ku ev hêviya me ya bi salan e.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Min her dem xwestiye ciwanên me pişta xwe bi xwe û şiyanên xwe ve girê bidin, derfetên kar ji bo xwe û kesên din pêk bînin, tiştê ku em ê jî bikin, wek hikûmet em ê piştevanê wan bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li rêkxerên vê eventê kir û got: “Ez hêvî dikim sal bi sal serkeftîtir bin û evetên baştir bikin û bigihin hemû hêviyên xwe.”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî Civiyan

TUESDAY, 18 NOVEMBER 2025 15:11:51

Dihok-KDP.info: Îro piştî nîvro Sêşemiyê 18/11/2025 li Dihokê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Federalî yê Iraqê kir.

 
Serok Barzanî Li bajarê Dihokê Beşdarî Foruma MEPS Kir

TUESDAY, 18 NOVEMBER 2025 15:11:50

Hêvîdar im aliyên Kurdistanî baş guh bidin vê axaftina min. Niha ew rewşên ku piştî hilbijartina federalî hene, ew rewşên beriya niha nînin. Pêwîst e li gorî îstehqaqa hilbijartinê, hemû alî bigihîjin heqê xwe.

 
Serok Barzanî Pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Kir

SUNDAY, 16 NOVEMBER 2025 17:11:50

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 16ê Mijdarê, 2025, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Irfan Sadiq, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Çend Ciwanên Duzxurmatû Kir

SATURDAY, 15 NOVEMBER 2025 19:11:30

Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê, 15ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li wan ciwanên Kurd kir ku di 11ê Mijdara 2025an de, di roja hilbijartinê de

Peyameke pîrozbahiyê ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 12 NOVEMBER 2025 12:11:50

Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Mijdarê , Serok Mesûd Barzanî, bi boneya birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pîrozbahî li welatiyên Kurdistanê û tevahiya Iraqê kir. 

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact