Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Mamostayên Kurdistanê hêjayî jiyan û rewşeke baştir in
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 60emîn a damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Nifşên nû û yê paşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Ez, 60-mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, li tevahiya mamosteyên Kurdistanê bi germî pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Gelek bi rêz û hurmet ve rola girîng û pîroz ya mamostayan û xebat û têkoşîna wan ya ji bo fêrkirin, perwerde û pêgihandina nifşên nû û nifşên paşeroja Kurdistanê bilind dinirxînim.

Berpirsiyarî, berhevî û rola pêşeng ya mamostayan ji bo perwerde û pêgihandina tak, di rojên dijwarên şoreş û di azadiya niha da jî, cîhê dilxweşî û rêzlêgirtinê ye. Di rewşên herî dijwar da jî, mamostayên dilsoz ên Kurdistanê pêşiya hemû qeb û gefan girtiye û di erkê xwe yê pîroz yê perwerde û fêrkirinê da berdewam bûn.

Nifşên nû û yê pêşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne û rola wan di pêşvebirina kultûra hevduqebûlkirin, lêborîn û pêkvejiyanê da heye. Mamostayên Kurdistanê hêjayî jiyan û jiyareka baştir in, hemû piştgiriyekê ji bo maf, dawakarî û şayesteyên wan dupat dikim û bi rêz û hurmet li rol û xizmeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dinêrim.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

15.5.2022”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact