Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 11:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Komkujiya Enfalê heta hetayê xaleke reş e di nav çavên dîrokê û bikerên wê de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 34mîn salvegera karesata Enfalê de peyamek belav kir û tê de dibêje, “Enfal yek ji tawanên herî hovane yên di dîrokê de ye” û tekez dike, ew dê di hewldanên xwe de li ser asta navdewletî ji bo naskirina Efalê wek “cenosaydê” berdewam bin. Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza yekrêziya aliyên Herêma Kurdistanê dike.

Îro 34 sal di ser karesata Enfalê û komkujiyeke din a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê re derbas dibin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi vê helkeftê peyamek belav kir.

Di destpêka peyamê de tê gotin, “Îro 14ê Nîsnê, em gelek bi rêz û rûmet 182 hezar hevwelatiyên bêtawan ên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember canê paqijê şehîdan diçemînin ku sala 1988ê di yek ji tawanên herî hovane yên dîrokê de, desthilata wê demê ya Iraqê cenosayd kirin û canê xwe ji dest dan.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Komkujiya Enfalê weke “xala reş a dîrokê û bikerên wê” bi nav dike û dibêje, “Enfal ku di 8 qonaxan da beşeke mezin ji deverên Herêma Kurdistanê li xwe girt, ji bo heta hetayê xaleke reş e di nav çavên dîrokê û bikerên wê de, û berpirsyariya tevaya mirovatiyê ye ku rê nedin ev awayê tawanan li ti derên din ên dinyayê dubare bibin û bi hemû awayî rê lê bê girtin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kiriye, “Di demkê da ku Herêma Kurdistanê di rewşek nazik da derbas dibe, baştirîn bîranîn û bilindragirtina bîreweriya şehîdên Enafalan û tevaya şehîdên Kurdistanê biratî, bihevre bûn û yekrêziya hêz û aliyên kurdistanî û pêkhateyên wê ye ji bo misogerkirin û parastina mafên destûrî û qewareyê siyasî û federalî û paşeroja Herêma Kurdistanê.”

Di peyamê de Serokê Herêma Kurdistanê bang li Hikûmeta Iraqê dike ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike û dibêje, “Dadgeha Bilind a Tawanan li Iraqê Enfal wek cenosayd û wek tawana dijî mirovatî û tawana şer nas kiriye. Di vê bîranînê de em careke din daxwaz dikin û tekez dikin ku erkek yasayî, exlaqî û mirovatî yê hikûmeta federal a Iraqê heye ku lêqewimiyan û malbatên enfalkiriyan qerebû bike da hinek ji birînên wan derman bibin.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha bang li aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê jî dike ku bêtir xizmeta kesûkar û malbatên Enfalkiriyan bikin û dibêje, “Li Herêma Kurdistanê jî bi qasî ku di şiyanê de hebe, divê baştir xizmeta malbat û kesûkarên enfalkiriyan bê kirin û xebatên ji bona avedankririna deverên hatine enfalkirin û vegerandina rufatên şehîdan berdewam bin, herwisa li ser asta navdewletî jî ji bona nasandina Enfalê wek cenosayd divê em li ser xebatên xwe berdewam bin.”




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact