Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 12:34 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Daxwaz û îradeya me bo encamdana çaksaziyê gelekî bihêz e
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, komîta Hevahengiyê ya di navbera Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de taybet bo projeyasaya çaksaziyê civiya.

Di civînê de guftûgoyên pêwîst derbarê yasaya çaksaziyê de hatin kirin û tekezî li ser girîngiya amadekirina wê yasayê û şandina wê bo Parlemanê hat kirin.

Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya encamdana çaksaziyê kir, ku tewereke girîng a hêlên giştî yên karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Di wê derbarê de Serokê Encûmena Wezîran got: “Daxwaz û îradeya me bo encamdana çaksaziyê gelekî bihêz e û bi hevkariya Parlemana Kurdistanê wê encam didin. Armanca çaksaziyê ew e, pêkanîna dadperweriyê û damezrawîkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ye û pirsa çaksaziyê jî divê di xizmeta berjewendiyên giştî û piraniya xelkê Herêma Kurdistanê de be.”

Di civînê de tekezî li wê yekê hat kirin, ku guftûgoyên zêdetir derbarê wê projeyasayê were kirin û civîn di vê derbarê de berdewam bin, ta reşnivîsa dawiyê bê amadekirin û bo Prlemantoyê bê şandin.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact