Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Kurd, palewanê serkeftina ser terorê ne.. Hêjayî serxwebûnê ne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Di babetên serke yên medyay cîhanî de serkeftinên Hêzên Pêşmerge cih digirin. Helbet rojnameyên cîhanî serkeftinên kurdan li Başûrê Kurdistanê wek 2 dersan bo cîhanê be didin xuyakirin. Herwiha malperekî cîhanî jî dibêje, Kurd, palewanê serkeftina ser terorê ne. Hêjayî serxwebûnê ne.

Dersa yekem: Êrişên bejayî girîn bûn

Êrişên asmanî yên balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî û Amerîka ji bo jinavbirina DAIŞê pir girîng bûn, lê şikenandina DAIŞê bêtir vedigere bo êrişên Pêşmerge li ser erdê li navçeyê, ji ber ku DAIŞ li ser erdê bihêztirîn dewleta terorîstî bû li cîhanê. Êrişên asmanî ew çekdar paşve venegerandin, lê Hêzên Pêşmerge li ser erdê li hemû eiyan pêşve çûne û çekdarên DAIŞê şikenandine.

Hêzên Pêşmerge dersek da cîhanê ku DAIŞ tenê bi operasyonên asmanî têk naçe û divê bi hêza bejayî jinav biçe û lawaz bibe. Hêzên Pêşmerge derbeyên mezin li çekdarên DAIŞê dane û ji piraniya axa Kurdistanê bera wan dane, lewma divê Amerîka û hevpeymaniya navdewletî wê dersê ji xwe re bigirin û piştevaniya Hêzên Pêşmerge bikin.

Dersa duyem: Alîkariya Hêzên Pêşmerge bo Kobanê

Çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê rolekî mezin dît di rizgarkirina wî bajêrî de, ji ber ku dîsa girîngiya êrişên bejayî derket, ji ber ku beriya çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê, wê demê jî balafirên hevpeymaniyê li wir li DAIŞê didan, lê dîsa çekdarên DAIŞê pêşve dihatin û kêm mabû ku ew bajêr ketiba destê DAIŞê de, lê Hêzên Pêşmerge yên bejayî çûn Kobanê û wan û şervanan karîn wî bajêrî bi temamî rizgar bikin.

Me dît ku metirsiya mezin ya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê bû, ji ber ku Kurdistan xebatê jib o xewnekê dike, ku dixwaze dewleta kurdî ava bike û hêjayî wê xewnê ne jî, lewma DAIŞê hat ser wan da ku nehêle kurd bigihên xwena xwe, lê kurd li Herêma Kurdistanê bi ciddî serkeftî bûn û DAIŞ şikandin. Kurd, palewanê serkeftina ser terorê ne.. Hêjayî serxwebûnê ne

Jêder: Malpera Sltrib




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact