Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encûmena Serkirdayetiya Parêzgeha Hewlêrê ya PDKê tohmetên PÇDK red dike
| KDP.info


Roja pêncşemê hejmarek ji endamên Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê (PÇDK) ya ser bi PKKê ve di hewlekê qirêj de, kombûnek li himber Parlamentoya Kurdistanê encam dan û çend tohmetên bê esas rsatî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin û daxwaza çarenivîsa wan kesan kirin ku di şerê PKKê yê ser xelkê Herêma Kurdistanê de windanbûne.

 

Li himber wan hewlên wan, em dibêjin ku berî her tiştî ew kî ne? Bi çi mafekî rê didin xwe biaxivin û derewan li ser Herêma Kurdistanê bikin? Girupeke ku muhleta wan bo karê siyasî nîne û dûvikê PKK ye ji bo têkdanê û nerastiyan li Başurê Kurdistanê, bi çi mafekî tê û kombûna encam dide? Gerek pirsyar jê bê kirin, hûn kî ne? Hûn bi destê kê çêbûne û hûn çima çêbûne? Hûn û PKKê we çi destkeft bo gelê Kurd bi dest xistine? Ji bilî têkdanê û tevlihevî û nerastiyê û herwiha çêkirna astengî û aloziyan li pêşiya tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, we çi kiriye? We ji bîr kiriye ku di dest pêka salên 90an de çawa we bi biryara muxaberatên dewletên derdorê de we şerê gelê Kurd li Kurdistanê kir û bi wê sedemê çawa hejmarek mezin şehîd ketin.

 

Ew dibêjin ku nêzîkî 80 Gerîla li sala 1996 li Hewlêrê hatine kuştin, eger ev gotina wan rast be, pirsa me ev e: 80 Gerîla li nav Hewlêrê çi dikirin? Eger ji bo pilanekê nebe, karê wan çekdaran li Hewlêrê çi bû?. Bi dehan salin ku erdê xelkê dagîr kirine, bacê ji xelkê distînin, jin û zarokên xelkê direvînin û bazirganiyê bi muxedîratan dikin, kê maf daye we hûn Herêma Kurdistanê dagîr bikin? Eger hûn rast bin, çima hûn naçin nav cih û warên xwe çalakiyan encam nadin? Ev yek diyar dike ku hûn bi armanc û bo serêşan û rêgirtinê li serkeftina gelê Kurdistanê bi taybet li Başur, hûn hatine erkdar kirin.

 

Ji bîra kesî naçe ku piştî êrîşa Enfalan ya ku li dijî miletê Kurd li Başur, ku li şûna hûn bergiriyê li Başur bikin we koylayetî ji rejîmê re hilbijart û bo wefadariya xwe ji Baas re we çend pêşmergeyên Başur dan destê rejîma Baas, wek Mihemed Hemdî, Idrîs (Ehmed Kadîr), Nîzar Mihemed Xirabî, Seadulla Avdel, Xalid Wermelî û Nizmî Wermelî. Başe kî li xwîna vana bipirse? PÇDK û PKKê bera persiv bidin, çima we ew şoreşger dan dijmin? Gerek kî bê dagah kirin?

 

Başe jin û zarokên gundê Dêzo bi çi gunehî ser destên we şehîd ketin û piştre we ew di nava malên wan de ew şewitandin? Başe hûnê çawa persiva wan xelkên sivîl û guneh bidin ku bi sedema mînên we şehîd û birîndar bûne?

 

Başe hûnê çawa bersiva kadir û endamên xwe li herçar parçên Kurdistanê bidin ku bi destên we tesfîye û hatine kuştin, belê piştî ku zanîn hûn bi dû çi ketine û hûn ji bo berjewendiya Kurdistanê kar nakin.

 

Em di dawiyê de radighînin ku pêwîste ew sextekar sînorê xwe nasbikin, bese şer firoştin bi Partiya Demokrat a Kurdistanê, sebra me jî sînor jêre heye.

 

Niha xelik û cemawerên Kurdistanê bi awayekî gelek baş ji we û hebûn û armancên we fêm kiriye. Hûn tenê bo têkdanê hatine û karê we yê sereke jî ew e, ku rê li serkeftinên gelê kurd bigrin, lê xeyala we qels û lawaze, û gelê kurdistanê gelekî ji wilo bi hêztire, ku bikeve pişt xizmeta neyaran.

 

Encûmena Serkirdayetiya Parêzgeha Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

17-5-2014




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact