Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di hevpeyvîneka taybet da ku kenala asmanî Şems di çarçoveya tora medyayî Kurdistan da digel wî encam dabû, şiroveya çendîn babetên girîng ên dîrokî kir ku di qonaxên jiyana xwe ya taybet û siyasî da tê re derbaz bûye.
Jiyana Taybet
Ez di jiyana xwe da gelek karîger bûm bi babê xwe, wî bi şanazîve ez rahênam li ser wê yekê ku bi fexreve pêşmergayetiyê qebûl bikim di pênava gelê xwe da. Serok Barzanî di navbera axaftinên xwe da herweha got: Mêjûya xebata malbata me vedigere bo Şêx Ebdulselamê mamê min demê ku li destpêka sedsala bîstê droşma bergirîkirinê ji mafên gelê xwe bilind kir ku paşî bû egerê wê yekê ku li sala 1914 Osmanîyan bi dar ve kir.
Serok Barzanî ew jî diyar kir, çend dikim tiştekî nabînim di jiyana xwe da min kiribe û jê peşîman bim, lê ez dizanim ewa nuke tê dîtin bê guman berhemê xebata ciwana û xwîna şehîdane û kesî qencî bi me nekiriye.
Di nav hevpeyvînê da Serok Barzanî ragihand: Em ji mêje li ser vî axê dijîn û axê kesî dagîr nekirine, lê demê Kurdistana mezin hate dabeşkirin pirs bi me nehate kirin. Nuke jî em dixwazin parçên Kurdistanê bi aştî û aramî digel welatên xwe bijîn û mafên wan parêzraw bin, şer ji hemî tişta xirabtire lê ji şer xirabtir teslîmbûne.
Dîtina Serok Barzanî bo rewşa Sûriya
Derbareyê rewşa Sûriya Serok Barzanî ragihand: Em hemî bakgrawndê berpirsên nuke yên Sûriya dizanin ka çawa bûye, lê nuke niyeta wan erênî dibînin û wan bi xwe daxwaza rêkeftinê kiriye digel kurda, em jî piştgiriya hemî hewlekî dikin bo aştî û seqamgîrî li Sûriya ku mafê kurd û pêkhateyên parêzraw bit, herçende peywendiyên rasterast me nînin digel hikûmeta katî ya Sûriya da.
Dîtina Serok Barzanî derbareyê peywendiyên digel Îranê
Derbareyê Îranê di hevpeyvîna taybet da Serok Barzanî ragihand, me qet neviyaye digel Îranê di kêşe da bin, hindek cara girîft dirust bûyîne, lê nuke peywendiyên me başin digel hikûmeta Îranê û lêk têgehiştin heye li ser pirs û babeta.
Dîtina Serok Barzanî li ser peywendiyên navbera Îran û Amerîka
Derbareyê aloziyên navbera Îran û Amerîka Serok Barzanî ragihand: Ez haydarê wê yekê nînim ku Îran çekê etomî heye yan na, lê em digel prensîpê diyalogê ne di navbera Îran û Amerîka da ku bi rêya diyalogê bigehine rêkeftineka duymahiyê, lê li ser hîsabê kirîn û frotina çi kes û layenekî nebit.
Dîtina Serok Barzanî derbareyê peywendiyên navbera Kurdistan û Amerîka
Her di hevpeyvînê da derbareyê peywendiyên navbera herêma Kurdistan û Amerîka Serok Barzanî ragihand: Amerîka di qonaxên cuda da roleka mezin hebûye di pêşkeftina Kurdistanê da û hemî dem piştevanka mezin bûye bo me her ji demê ruxandina rejîma Beos heta duymahî hatina şerê Daîş ku pêşmerge bi harîkariya Amerîka şiya efsaneya Daîş bişkênit, bi giştî peywendiyên me digel Amerîka gelek başin û daxwaza baştir jî dikêyn.
Her di nav axaftinên xwe da li duymahiya hevpeyvînê Serok Barzanî zêdetir got: Min Serok Trump nedîtiye rû bi rû, lê dibînim şêwazê karkirina wî cudawaze ji yên dî, ji demê destbikarûna wî heta nuke hindek biryar dayne gelek bi dilê minin û piştgiriya wan dikem.
Serok Barzanî ew jî diyar kir: Çi kes û welatek wekî Amerîka karîgerî nîne li ser cîhanê, hêvîdarim dûr ji destbirinê bo bijardeyê şerî bi rêya aştiyê kêşeya Îran û gelên cîhanê çareser bibit.