Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 19 MAY 2025 23:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û paşeroja Kurd li Sûriye û pêwîstiya piştbestina aliyên Sûriye bi awayeke aştiyane û diyalogê, ji bo çareseriya kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de nirxandina erênî ya daxwaz û hengavên aliyên siyasiyên Tirkiyê kirin ku ber bi çareseriya aştiyane li Tirkiyê ve têne avêtin.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijarên dinê vê hevdîtinê bûn û ronahî jî xistin li ser hengav û guftûgoyên pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî bi Serok Pizişkiyan re civiya

SUNDAY, 18 MAY 2025 18:05:02

Hewlêr-KDP.info: Îro yekşem 2025/5/18 li Tehranê, birêz Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Mesûd Pizişkiyan, serokê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.

Nêçîrvan Barzanî serdana Tehranê dike

SATURDAY, 17 MAY 2025 18:05:07

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro şemî 17/5/2025 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, piştî bidawîhatina serdana xwe ya Bexdayê, ji wir ber bi Tehran, paytexta Komara Îslamî ya Îranê ve diçe.

Serok Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir

SATURDAY, 17 MAY 2025 16:05:58

Hewlêr-KDP.info: Roja şemiya 17ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê kir.

 
‏Bi beşdariya Serok Barzanî kongreya yekgirtina Yekîtiya Qutabiyan û Lawan birêveçû

THURSDAY, 15 MAY 2025 21:05:23

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 15ê Gulana 2025 bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî kongreya yekgirtina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekarên) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê li Hewlêrê birêveçû. Li destpêka kongreyê da Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li mamosteyên Kurdistanê dike

THURSDAY, 15 MAY 2025 12:05:11

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ji bo jiyaneke baş ji mamosteyan re peyda bibe çi ji destê wan bê dê bikin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact