Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 15 JUN 2026 17:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Wezîrê Derve yê Fransayê gihîşt Hewlêrê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 23ê Nîsanê, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Fransayê ji aliyê Serokê Berpirê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Felah Mistefa û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ve hate pêşwazîkirin.

Biryar e Wezîrê Derve yê Fransayê li Herêma Kurdistanê hejmarek hevdîtin bike.

îro Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrot bi serdaneke fermî gihîştibû Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê ve pêşwazî lê hatibû kirin. 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona kir

MONDAY, 15 JUNE 2026 15:06:30

Hewlêr-KDP.info : Îro berî nîvro, roja duşemê 15.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Katedrala Mar Yûsif a Kildanî li Enkawayê kir û ji aliyê cenabê Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona, Serokê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, û hejmarek ji kesayetiyên olî yên mesîhî ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:11

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) , Serok Mesûd Barzanî behînameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir û hevxemiya xwe ji wî û malbata wî re diyar kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yên mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:00

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yê mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal dike

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:45

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal bi serokatiya Serdarê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandeke bilind a serbazî ya Iraqê civiya

SUNDAY, 14 JUNE 2026 15:06:13

Hewlêr-KDP.info : Îro serê sibê, roja yekşemê 14ê Hezîrana 2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke bilind a serbazî ya Iraqê kir ku bi serokatiya Ferîqê Yekem ê Rukin birêz Ebdulnemîr Reşîd Yaralla, Sererkanê Iraqê pêkhatibû.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact