Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 13 JUL 2025 10:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

‏Mesrûr Barzanî: Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 14.04.2025) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî، di salvegera Enfalê de peyamek ragehand, “Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.”


Naverika Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Di salvegera 37ê ya pêlên Enfala bednav de, em şehîd û qurbaniyên jenosîda Enfalê bi rêzdarî bibîr tînin, ku rijêma berê ya Îraqê bi dehan hezar kesên bêtawan ê Kurdistanê veguhastin biyabanên başûr û naverastên Îraqê û di gorên bikom de bi saxî binax û winda kirin.
Jenosîda Enfalê tawankariyeke mezin bû li dijî ax û xelkê Kurdistanê hat kirin û heta niha jî verêj û encamên wê komkujiyê her mane û divê Hikûmeta Federalî bi hestkirina bi erk û berpirsyarîtiyên xwe yên qanûnî û destûrî û exlaqî kesûkar û hemî zirardîtiyên jenosîda Enfalê û hemî stemlêkiriyên din ên destê rijêma Beisê ji aliyên madî û mînevî ve qerebû bike.
Di salvegera vê pêla tawankarî ya şovînî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendbûna xwe bi zêdetir xizmetkirina kesûkar û binemalên serbilind ên Enfalkirî û şehîdên Kurdistanê tekez dike.
Silav li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê, bîranîna şehîd û Enfalkiriyan her bilind û şkodar be.



Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê




Nûçeyên din

Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact