Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 18 APR 2025 03:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derveyê Rûsya re civiya
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info: îro şemî 12.04.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li çarçêweya karnameya xwe ya li Korbenda Dîplomasiya Antalya yê bi Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya yê re civiya.


Li civînê de peywendiyên Rûsya bi Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî li warê aborî da guftûgo kirin. Her wiha di derbarê rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşhatên siyasî û ewlehiyên niha de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her du alî tekez li wê yekê kirin ku girîngiyê li peywendiyên di navbera Rûsya ya Federal û Iraq û Herêma Kurdistanê didin û xwesta du aliya ji bo berfireh kirina alîkariyên hevbeş li warên cûda cûda de dûpat kirin.

Peywendiyên Hewlêr ـ Bexda û rewşa Sûriye û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinên civînê bûn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzani pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê kir

THURSDAY, 17 APRIL 2025 14:04:09


Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Nîsanê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê Christiane Homann kir.

Mesrûr Barzanî serê sala Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 16 APRIL 2025 12:04:36

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina serê sala Êzîdiyan pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvîdar e cejneke xweş û pirî şayî derbaz bikin.

 
peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Serê Sala Ola Êzdiyan

WEDNESDAY, 16 APRIL 2025 12:04:35

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî îro bi helkefta hatina cejna serê sala Êzidiyan peyameke pîrozkirinê arasteyî hemî Êzidiyên cîhanê kir û daxwaza xweşî û tenahiyê jê re kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

TUESDAY, 15 APRIL 2025 23:04:00

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wê pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, "Em şanaziyê bi tîma Dihokê û serkeftina wê dikin."

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

TUESDAY, 15 APRIL 2025 23:04:00

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyameke pîrozkirinê arasteyî Yaneya Dihokê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact