Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 MAR 2026 12:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî bi Serok Erdogan re civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro în 11.04.2025 li çarçêweya beşdarî kirina korbenda Antalya de, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Receb Tayib Erdogan Serokkomarê Tirkiyê re civiya.

Li civînê de, behsa girîngiya peywendiyên Tirkiye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li hemû waran da kirin û balkişandin li ser projeya rêya geşepêdanê. Her wiha tekez li ser daxwaza du aliyane ya berfireh kirina alîkariyên hevbeşên di navbera xwe da kirin, bi awayekê xizmet bi berjewendiyên hevbeşên her du aliyan bike.

Li mijareke dinê civînê de, behsa proseya aştî û civîna dawî ya Serok Erdogan bi şanda Îmralî re kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pesindana rola Serok Erdogan li vî derbarî de, proseyê bi dîrokî da zanîn û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyeke bi navê serxistina proseyê da amadeye.

Rêzdar her wiha got: Proseya aştî derfeteke divê hemû alî gelek bi ciddî werbigrin û nabê bi tu awayekê ev derfet ji dest bê dayîn. Her li vî derbarî de dûpat kir ji bo serxistina proseya aştiyê, pêwîste PKK bangewaziya birêz Ocalan pêkbîne û bi tevahî pêdagirê wê be.‌

Pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û rewşa Sûriye bi taybetî, girîngiya parastina aramî û ewlehiyê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngiyeke hevbeş bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

SUNDAY, 08 MARCH 2026 16:03:09

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) , Serok Barzanî li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:05

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:03

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 22:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 21:03:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact