Hewlêr-KDP.info: Îro Duşemî 7/4/2025 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke fermî digihêje Ebûzebî û bi birêz Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan, Serokê Dewleta Îmaratê re dicive.
Her du serok peywendiyên Îmaratê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawîn ên navçeyê û çend pirsên girîng ên hevbeş gotûbêj dikin.
Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Nîsanê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê Christiane Homann kir.
Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina serê sala Êzîdiyan pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvîdar e cejneke xweş û pirî şayî derbaz bikin.
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî îro bi helkefta hatina cejna serê sala Êzidiyan peyameke pîrozkirinê arasteyî hemî Êzidiyên cîhanê kir û daxwaza xweşî û tenahiyê jê re kir.
Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wê pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, "Em şanaziyê bi tîma Dihokê û serkeftina wê dikin."
Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyameke pîrozkirinê arasteyî Yaneya Dihokê kir.
Hewlêr-KDP.info: îro 13ê Sibatê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiyê navdarê Iraqî Xemîs Xencer kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlonê Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanî li Hewlêrê vekir û got: “Vekirina vê zanîngehê, vekirina deriyê ezmûna dewlemend û awayê xwendina zanîngehên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ye.”
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed li ser destnîşankirina Parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û dabeşkirina kursiyên îdarî li wî Kerkûkê daxuyaniyek belav kir.