Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 18 APR 2025 04:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Nêçîrvan Barzanî li bîranîna jenosayda Kurdên Feylî da
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de dibêje, “ Jenosayda Kurdên Feylî û hemû hewlên jêbirinê û ew tawanên dijî gelê Kurdistanê hatine encam dan, dîrokeke reş û pêşerojeke tahlin ku ji bilî êş û jan û nearamiyê ji bo welat hîç tişteke din neaniye.”


Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî:

Îro bîranîna pir bi êş ya çil û pêncemîn salvegera jenosayda hezaran Kurdên Feylî dikîn ku li helmeteke dirindaneya rejîma wê demê ya Iraqê da, rûbirûyê kuştin û destgîr kirin û bi zorê veguhestin û wendakirin û wergirtina nasnameya welatîbûna wan û dest bi serda girtina mal û samanên wan bûn, tenê ji ber wê yekê ku Kurd bûn û piştevaniya şoreşa Kurdistanê kiribûn.

Li vê bîranînê de, tekez li ser daxwaziyên xwe yên ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn, li gor biryara Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ku wê tawanê bi tawana jenosaydê nasandiye, Kurdên Feylî ji hemû rûyek ve qerebû bike û nasnameya welatîbûn û mal û samanên wan vegerîne û kêşeyên wan çareser bike. Xûşk û birayên xwe yên Feylî piştrast dikîn ku li hewlên xwe yên ji bo vegerandina mafên wan de herdem berdewam dibîn û li pêkanîna dadweriyê de her çi pêwîste li vî derbarî de ji bo wan kêmasiyê nakîn.

Jenosayda Kurdên Feylî û hemû hewlên jêbirinê û ew tawanên dijî gelê Kurdistanê hatine encam dan, dîrokeke reş û pêşerojeke tahlin ku ji bilî êş û jan û nearamiyê ji bo welat hîç tişteke din neaniye. Divê ew pêşeroj bibe pend û waneyek ji bo pêkanîna paşerojeke baştir ku li ser bingeha hevdû têgihiştin û hevbeşî û hevdû qebûl kirin û parastina mafên hemû pêkhatên li Iraqê da bingeha wê hatibe avêtin.

Silav û rêz ji bo bîranîna şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.04.2025




Nûçeyên din

Mesrûr Barzani pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê kir

THURSDAY, 17 APRIL 2025 14:04:09


Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Nîsanê , Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoza Almanyayê li Iraqê Christiane Homann kir.

Mesrûr Barzanî serê sala Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 16 APRIL 2025 12:04:36

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta hatina serê sala Êzîdiyan pîrozbahiyê li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvîdar e cejneke xweş û pirî şayî derbaz bikin.

 
peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Serê Sala Ola Êzdiyan

WEDNESDAY, 16 APRIL 2025 12:04:35

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî îro bi helkefta hatina cejna serê sala Êzidiyan peyameke pîrozkirinê arasteyî hemî Êzidiyên cîhanê kir û daxwaza xweşî û tenahiyê jê re kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

TUESDAY, 15 APRIL 2025 23:04:00

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wê pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, "Em şanaziyê bi tîma Dihokê û serkeftina wê dikin."

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yaneya Dihokê dike

TUESDAY, 15 APRIL 2025 23:04:00

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 15.04.2025), Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyameke pîrozkirinê arasteyî Yaneya Dihokê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact