Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 24 JAN 2026 23:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî di salvegera jenosîda Kurdên Feylî de peyamek belav kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro înî, 4'ê Nîsana 2025'an, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, peyamek belav kir û tê de hatiye ku em salvegera sûcekî hovane yê li dijî beşeke girîng a gelê me hatî kirin bibîr tînin.

Deqê peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Em salvegera sûcekî hovane yê li dijî beşeke girîng a gelê xwe bibîr tînin, ku êrîşên jenosîda Kurdên Feylî ne û rejîmên pey hev ên Iraqê, di çendîn qonaxan de pêk anîn û di sala 1980'î de gihîşt lutkaya hovîtiyê, dema ku rejîma berê ya Iraqê, di paktaweke nijadî de û ji ber Kurdbûna wan, bi sedan hezar Kurdên Feylî ji Iraqê derxistin û hezaran jî bêserûşûn kirin û dest danîn ser milk û mal û samana wan û nasnameya wan jê standin.

Di 45'emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de, em dubare dikin ku divê Hikûmeta Iraqê, erk û berpirsiyariyên xwe yên yasayî û destûrî bicih bîne û malbat û kesûkarên qurbaniyên jenosîda Kurdên Feylî û jenosîd û komkujiyên din, bi awayekî şayeste, qerebû bike û milk û malên dagirkirî li wan vegerîne.

Silav li giyanê paqij ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê.

 

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
4/4/2025




Nûçeyên din

Serok Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 21:01:58

Îtalya-KDP.info: Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, roja pêncşemê 22.01.2026an li bajarê Romayê, Serok Mesûd Barzanî digel rêzdar Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Digel Rêzdar Mezlûm Ebdî Civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 19:01:07

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandekî pê re kir.

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja Çarşemiyê, 21.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şêx Temîm bin Hemad Mîrê Qeterê de peywendiyeke telefonî hate kirin.

Naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 19:01:29

Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 21.01.2026an, di çarçoveya serdana xwe ya Vatîkanê de, bi birêz Pietro Parolinî, Serokwezîrê Vatîkanê re civiya.

Serok Barzanî û Papa Leo li Vatîkanê civiyan

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 14:01:50

Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî li Vatîkanê ji aliyê Qedasetê Papa Leo’yê 14’em ve hat pêşwazîkirin.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact