Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 15 JUN 2026 17:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 02.04.2025, Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa doh a li merasîma Cejna Ekîtoyê ya li Dihokê şermezar kir û got, “Tawanbar jî dê bigihêjin cezayê xwe yên yasayî.”

Naveroka Daxuyaniyeka Serokayetiya Herêmaê:

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve bi dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê re wê êrîşa tawankariyê dişopîne ya ku doh di bûyereke sosret de li Duhokê, komek ji cejngêrên Ekîto yê ji welatiyên me yên Krîstiyan tê de hatin armanc kirin û bû sedema birîndarbûna du kesan.

Di demekê de ku em bi tundî vê tawanê şermezar dikin, em hemû Kurdistaniyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê niştimanê bihevrejiyan, tenahî û aramiyê ji hemû pêkhateyên xwe re bimîne û bi tu awayî rêya têkdana çanda bihevrejiyan, qebûlkirina hevdu û lêborînê nayê dayîn, tawankar jî dê bigihêjin cezayê xwe yên yasayî.



Serokayetiya Herêma Kurdistanê
02.04.2025




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona kir

MONDAY, 15 JUNE 2026 15:06:30

Hewlêr-KDP.info : Îro berî nîvro, roja duşemê 15.06.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Katedrala Mar Yûsif a Kildanî li Enkawayê kir û ji aliyê cenabê Patrîyark Mar Polosê Sêyem Nona, Serokê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê, û hejmarek ji kesayetiyên olî yên mesîhî ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:11

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) , Serok Mesûd Barzanî behînameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir û hevxemiya xwe ji wî û malbata wî re diyar kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yên mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:00

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yê mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal dike

SUNDAY, 14 JUNE 2026 16:06:45

Hewlêr-KDP.info : îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka serbazî ya Iraqa federal bi serokatiya Serdarê Artêşa Îraqê Ebdulemîr Yarelah kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê ligel şandeke bilind a serbazî ya Iraqê civiya

SUNDAY, 14 JUNE 2026 15:06:13

Hewlêr-KDP.info : Îro serê sibê, roja yekşemê 14ê Hezîrana 2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li şandeke bilind a serbazî ya Iraqê kir ku bi serokatiya Ferîqê Yekem ê Rukin birêz Ebdulnemîr Reşîd Yaralla, Sererkanê Iraqê pêkhatibû.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact