Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 13 DEC 2025 16:05 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Nêçîrvan Barzanî di Cejna Newrozê de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 20ê Adarê Serokê Herêma Kurdistanê Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî pîroz kir û  got, " Newroz sembola azadî, nûbûn û vejînê ye, cejna hêvî, îrade, rabûn, berxwedan û nêrîna ji bo pêşerojeke çêtir e."

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Cejna Newroza neteweyî û sersala nû ya Kurdî li tevahiya neteweya Kurd û her Kurdek li her cihê cîhanê be, herwiha li tevahiya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve pîroz dikim. Bi germî pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, li pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlekariyê dikim, hêvîdar im tev cejneke xweş û aram derbas bikin û cejna dilşadî û aramiyê be.

Newroz sembola azadî, nûbûn û vejînê ye, cejna hêvî, îrade, rabûn, berxwedan û nêrîna ji bo pêşerojeke çêtir e. Her wekî çawa meşxela Newrozê bi dirêjahiya dîrokê çavkaniya îlhamê bûye ji bo gelê Kurdistanê, îro jî bangeke nû ye bo yekrêzî, hevfêmkirin û hevkariyê ji bona parastina maf û destkeftinên destûrî û federalî û qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê.

Cejna Newrozê di demekê de vedigere ku ev herêm û cîhan jî di rewşeke hestiyar de ne. Serkeftina me ya bi ser wan astengiyan de ên ku em ber bi rûyî wan dibin, herwiha ji bo misogeriya aramiyê û xurtkirina demokrasiyê, dadê û mafên mirovan, karê hevbeş û diyalogên avakar yên aliyên siyasî û pêkhateyan li navxweyê Herêma Kurdistanê û bi Bexdayê re dixwaze.

Aştî û aştîxwazî ji bo Kurd û gelê Kurdistanê mezintirîn hêz û baştirîn rêbaz e. Ji ber vê yekê, ez daxwazê ji Kurd û Kurdistaniyan dikim ku bawerî û rêbaza aştîxwazî ya xwe xurttir bikin. Daxwazên gelê Kurdistanê pir zelal in, aştî zemîneyeke pir baş çê dike ji bo zelalbûna van daxwazan. Aştîxwazî, pirsa Kurdî li cîhanê bêtir pêş de dibe. Niha pêleke ber bi çêkirina aştiyê di siyaseta cîhanê de heye, di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye ku wekî gelekî aştîxwaz bi vê pêlê re be.

Li Herêma Kurdistanê baweriya me bi çand û nirxên jiyana aştiyane, lêborîn û hevqebûlkirinê heye. Herêma Kurdistanê wek her tim wê faktorek aramî û tenahiyê li herêmê bimîne û destê dostanî û hevkariyê dirêjî hemû pêkhateyên Iraqê û welatên herêmê û cîhanê dike, ji bo pêşerojekê ku tê de aştî, aramî û pêşveçûyin ji bo hemûyan bibe serwerî û jiyan, rûmet û mafên hemûyan bêne parastin.

Di têkiliya me bi hikûmeta federal a Iraqê re, careke din em pêgîriya xwe bi destûrê wek bingehek ji bo çareserkirina hemû nakokiyan bi rêya diyalog û hevfêmkirina hevbeş tekez dikin. Aramî, geşbûn û pêşketina Iraqê bi rêzgirtina li mafên destûrî yên hemû pêkhateyan û bicihkirina rastîne a sîstema federaliyê ve girêdayî ye.

Em ji nêzîk ve haydarî zehmetiyan û rewşa jiyan û debara hemwelatiyên Kurdistanê ne. Em tekez dikin ku baştirkirina rewşa jiyana wan karê pêşîne yê sereke yê hemû dezgehên Herêma Kurdistanê ye. Bi hatina Newrozê re, em hêviyan nû dikin ku ev zehmetî dê derbas bibin, em radest nabin û bi hêvî û bawerî ber bi pêşerojeke çêtir ve gav davêjin.

Newroz li hemû gel û welatên ku vê bîranînê pîroz dikin pîroz be.

Her sal bi xweşî.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

20/3/2025




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Partiya (Hereketa Edil û Îhsan) a Iraqê kir

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 20:12:53

Hewlêr-KDP.info: Roja pêncşemiyê 11ê Kanûna Yekem 2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Îsmaîl El-Ezawî, Serokê Partiya (Hereketa Edil û Îhsan) a Iraqê û şandeke pê re kir.

 
Serok Barzanî Pêşwaziyê Li Serokê Partiya Neynewa Lilahliha kir

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 17:12:30

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 11ê Kanûna Yekem a 2025ê li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Abdullah Hemîdî Ecîl El-Yawer Serokê Partiya Neynewa Lilahliha (Neynewa ji bo Xelkê Wê) û şandeke pê re kir.

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretên Kurdistanê roleke girîng di geşbûna xebat û qurbanîdanê de hebûye

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 15:12:41


Hewlêr-KDP.info: îro 11ê Berçileyê, Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî , peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriyetê û hemû endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.

‏Peyama Serok Barzanî Bi Boneya 73 Salvegera Damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê

THURSDAY, 11 DECEMBER 2025 11:12:15

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, ev rêxistin bi têkoşîna xwe ya berdewam, kariye dengê Afretên Kurdistanê bigihîne cihê mebestê.

Serok Barzanî Pêşwaziya Konsulê Giştî Yê Nû Yê Macarîstanê Li Hewlêrê Kir

WEDNESDAY, 10 DECEMBER 2025 20:12:52

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemiyê, 10ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Grigye Tivadar Takacs, Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê li Herêma Kurdistanê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact