Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 20 JAN 2026 09:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Newroz û serê sala Kurdî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info:  îro 20ê Adarê Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya Cejna Newrozê û hatina Sersala Kurdî peyamek belav kir û tê de ragihand, “Li cejna Neteweyî ya Newrozê da bi rûmetê ve tekez li ser çanda pêkvejiyan û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê dikin.”

Naveroka Peyama Serok Barzanî.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Newroz ji bo gelê Kurdistanê, bihar û nûbûn û ronahî û azadiye. Newroz wateya jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahî li ser tarîtî û zulmê da dide. Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên xelkê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiya Newrozê li hemû zarok û gedeyên gelê Kurd li perçeyên dinê Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li wan hemû neteweyan dikim ku Newroz beşeke ji dîrok û çand û dab û nerîtên wan.

Li vir da dixwazim bi germî pîrozbahiya Newrozê li revenda Kurdî û li wan milyonan Kurdan bikin ku bi hesteke bilind ve dûrî li axa niştimana xwe cejna Newrozê bi bilind radigrin û nirxên Newrozê bi hemû cîhanê da belav dikin. Ji wan re dibêjim ku hûn herdem li hizr û wîcdana me da ne û xweşî û cejnên we berdewamiya xweşî û cejnên me ye. Cihê şanaziyê ye ku dibînîn dest li nav dest û bi yek dilî li Newrozê da ala azadî û rûmetê bilind dikin. Gelek xweşhalim ku li bajarê Koln ya Almanya li rêwresmeke mezin da evînî û soza xwe ji bo welatê xwe dûpat dikin, hûn deng û rengê gelê xwe ne û destxweşiyê li we dikim.

Li cejna Neteweyî ya Newrozê da bi rûmetê ve tekez li ser çanda pêkvejiyan û peyama aştîxwazaneya gelê Kurdistanê dikin. Her li vî warî de piştevaniyê li proseya aştî û çareseriya li Tirkiye dikîn û aştiyê bi take rêya rast û dirust ya çareser kirina kêşeyan dizanîn. Her li vê helkeftê de bi wê hêviyê ne dawî bi êş û janên gelê Kurd li Sûriye bê û Kurd bi helwesteke hevbeş û bi rêkarên aştiyane bi aliyên dinê Sûriyê re bigihin encamek ku li xizmeta hemû aliyek da bê.

Hêvîdar im Newroza îsal bibê destpêkek ji bo bextewerî û xweşî ya hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê û ev Newroz û hemû cejnên xwe li kameranî û bexteweriyê de bikin. Hêviya ewe dixwazim gelên navçeyê bikarin li bin aramiyê da li rewşeke aştiyane û birayetiyê da bijîn.

Newroza we pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

Mesûd Barzanî

30î Reşemmeya 2724an a Kurdî

20ê Adara 2025an a Zayînî




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî

SUNDAY, 18 JANUARY 2026 15:01:37
Hawler-KDP.info:Serok Barzanî li ser bûyerên dawî yên li Sûriyeyê peyamek belav kir.
 
Serok Barzanî Mêvandariya Balyoz Tom Barrack, Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerika yê Suriyê, Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Suriya Demokrat û Mihemed Îsmaîl Serokê ENKS ê Kir

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 19:01:23

Hawler-KDP.info: Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî mêvandariya civîneke girîng ya di navbera Balyoz Tom Barrack, nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê, Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê,

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li mersûma nû ya Serokatiya Sûriyeyê dike

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 19:01:52

Hawler-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryarnameya Komarî ya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê naskirina mafên Kurdan de kir û ew wekî "gaveke siyasî û yasayî ya rast" binav kir.

Serok Barzanî Pêşwaziya Nûnerê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîka li Tirkiyê Kir

SATURDAY, 17 JANUARY 2026 17:01:40

Hawler-KDP.info: Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Tom Barrack, nûnerê Serok Trump ji bo karûbarên Sûriyê, û Balyozê Amerîka li Tirkiyê û şanda pê re kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Destxweşiyê li Amedsporê Kir

THURSDAY, 15 JANUARY 2026 18:01:44

Hawler-KDP.info: Berî nîvroya îro, Pêncşema 15/01/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li heyeta rêveberiya Komeleya Amedsporê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact