Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 15 MAR 2026 11:58 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Newrozeke ji bo Rabûn û vejîna Gelê Kurdistanê
| KDP.info


Dr. Saman Soranî

Tevî ku Newroz beşeke danebir e ji mîrat û çanda gelê kurd û derfeteke ji bo nûbûn û guherîn û bi dilgermî nêrîna li pêşerojeke çêtir, dîroka me amaje bi wê yekê dike ku Newroz bi wateyeke azadî û têkoşîna li dijî zilm û zordarî û hewldana ji bo serxwebûnê û rengvedana nasnameya çandî ya kurdayetî û hestkirina bi girêdayîbûnê bi dîrok û çanda tijî rûmeta gelekî kevnar tê.

Newroz bîranîn û derfeteke ji bo yekkirina rêzên siyasî û girseyî li seranserê Kurdistanê û tekezdkirina li ser daxwazên siyasî û li ser serê hemûyan mafê çarenûsê û banga ji bo serxwebûnê. Hertim di Newrozê de hişyariya navneteweyî ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê zêdetir bûye, zindîragirtina vê nerîtê ji bo bîranîna ji dayikbûna serokê mezin ê gelê me, Mistefa Barzanî, û raperîn û berçavkirina bîranîna şehîdên Helebce û kîmyabarankirinê derbîrîna wê daxwazê ye derbarê girêdayîbûna me bi çand û dîroka kevnar a gelê Kurdistanê, ku hezaran sal dewam kiriye û dibin amrazeke guncaw ji bo rûbirûbûna astengiyên mezin.

Di vê heyama hestiyar de neteweya kurd kariye bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî bi hêztir ber bi pêş ve gav bavêje û herwiha serokê hikûmetê, Mesrûr Barzanî, ku xwedî felsefe û dîtinek hevçerx a birêveberiya hikûmdarî ye, baweriya wî ya temam bi wê yekê heye ku mirov sirra pêşketinê ye û dînemoya sereke ya hemû rabûn û jîyaneweyekê ye, çi pîşesazî be yan jî çandinî û xizmetguzarî be.

Ji ber vê yekê hertim tekez li ser wê yekê dike ku di warê fêrkirin û rahênan û rewşenbîriyê de girîngî bi takekesên civaka Kurdistanê bê dayîn, xwendevanên kurd bêne şandin bo zanîngehên navdar û pêşketî, da ku zaniyariyê li ser faktorên rabûn û afirandinê kom bikin û li çanda karê bi hev re tê bigihin û bi çanda hunera birêvebirina dem û çanda bidestxistina şarezayî di warê kar de nas bibin.

Qutabî û xwendevan bi dewlemendkirina xwe ji aliyê hizr û zanistê ve dikarin tevgereke civakî çêkin, çanda jîyana nû di şêwaz û di warê rêbazên zanistî de belav bikin û kar ji bo çavdêrîkirina afirandin û jêhatiyên xwe bikin û nexşe rêya ji bo jiyana xwe bikêşin û armancên xwe derxin holê, ku di dîtbariyê de hêza cîbicîkirina wan hebe û di encamê de sûdê bi civaka Kurdistanê bigihînin.

Rabûn bi milê bawermendan bi niştîman çêdibe, rabûn tenê bi hebûna kesên bawerî bi dewlemendkirina niştîman heye çêdibe, ku fikir û hizr û hewl û westana xwe di oxira avakirina civak û niştîman de terxan dikin û pişta xwe bi mîrasa şaristaniyeke kurdî û dîtineke zelal ji bo pêşerojê girêdidin, da ku bibe qiblenumayeke ku niştîman ber bi kenareke aram ve bibe.

Ji ber vê yekê divê peyama Newroza me handana neteweyê me be ji bo fêrbûnê û karkirinê, ji bo evindariya zanistê, ji bo belavkirina hişyariyê derbarê faktorên pêşketinê.

Herwiha divê peyama Newroza me ji bo wê yekê be ku em daxwaza ji bo jiyanê çêkin, da ku em bikaribin ber bi berbanga çaksazî û guherînan ve gav bavêjin, da ku em ber bi pêşerojeke geş a xwe û neteweyê xwe û Kurdistanê bi giştî ve rêyê bibirin.

Her neteweyekê divê dîrok û rûmet û pêşketina xwe bi dest û ramanên xwe ava bike.

Kurdistanê ji destpêka dîrokê heta îro sînorên xwe bi xwîna şehîdên rêya azadî û serxwebûnê parastiye, bila em jî berdewam bin li ser vê rêbazê. Newroz li hemû Kurdistaniyan pîroz be.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Tom Barrack êrîşên li ser Kurdistanê û Balyozxaneya Amerîkayê şermezar dikin

SATURDAY, 14 MARCH 2026 23:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Nûnerê Taybet ê Serok Donald Trump bo Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack wergirt.

 
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne

SATURDAY, 14 MARCH 2026 22:03:55

Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Adarê, Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa bi dronan a li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Hewlêrê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku erkên xwe yên ji bo parastina dîplomatan bîne cih.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Salih Muslim

THURSDAY, 12 MARCH 2026 15:03:10

Hewlêr-KDP.info-  Roja Pêncşema 12ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya Xwedê Jêrazî Salih Muslim peyameke sersaxiyê li ser tora civakî ya X belav kir:

 

Mesrûr Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:43

 Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Peymana 11ê Adarê de

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:26

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê , di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.”
 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact