Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 02:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li salvegera peymana 11 ê Adarê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî  Serokê Herêma Kurdistanê peyamek di salvegera peymana 11ê Adara 1970î de belav kir û tê de ragihand, “Ji bo wê yekê daxwazê ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistan û Iraqê dikîn, pend ji vê ezmûnê werbigrin û ji bo pejirandina federalî, parastina mafên hemû pêkhatên Iraqê û bihêz kirina pêkvejiyana aştiyane.”

Naveroka peyama Nêçîrvan Barzanî:

Îro bîranîna pencih û pênc salî ya peymana 11 ê Adara 1970 ê dikîn ku bi rêberiya Barzaniyê Nemir de, bûye xala serdemek û wêstgeheke dîrokî û girîng ya xebata gelê Kurdistanê û yekem belgenameya fermî ya pejirandina beşek ji mafên wê rewa da. Her wiha bingeha yasayî ji bo destkeftên me yên niha darişt. Bi awayekê ku hîç desthilateke Iraqê nikare careke din înkariyê li mafên me bike. Li vê bîranîna rûmet de, bi rêzê ve bîranîna wan cangoriyan dikîn ku bi navê azadî û mafên gel û niştimanê da canên xwe gorî kirin. Silav li malbatên serbilindên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve dikîn.


Peymana 11 ê Adarê, mînaka çareseriyeke dadperwerane ya li ser bingeha li hev têgihiştin û danustandinê bû. Lê belê paşê desthilata Iraqê jê paşgez bû û li encamê da, çendîn deh salin gengeşe û şer pêkhatin ku ji bilî li êş û azarê tişteke din ji bo Iraqê ne anî. Îro jî Iraq hê jî baca pêdagirnebûna wê peymanê ya li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne û mafên destûriyên hemû pêkhatên wê dide. Wane û ezmûnên dîrokê ewe nîşan didin ku eger tenê li rêya demokrasiyê ku ew jî diruşma şoreşê bû, rêzgirtina li berfirehî, karên hevbeş û pejirandina dadperwerî û wekheviya li navbera hemûyan da, nebê aramî jî pêk nayê.

Yekrêzî û tebayî, mîsogeriya rastîneye, ji bo parastina destkeftên me yên destûrî û paşeroja nevî û nifşên me. Ji bo wê yekê daxwazê ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistan û Iraqê dikîn, pend ji vê ezmûnê werbigrin û ji bo pejirandina federalî, parastina mafên hemû pêkhatên Iraqê û bihêz kirina pêkvejiyana aştiyane, bi ruh û giyana berpirsiyariya niştimaniyane bi hev re kar bikîn. Paşeroja Iraqê li bi cîh kirina destûr, bihêz kirina hevbeşiya rasteqîne û binyatnana welatek da ye ku asayîş, aramî û dadperwerî têda destbilind bê.

Her bi rûmet bê, bîranîna peymana 11 ê Adarê...
Silav li ruh û giyanê pakê şehîdan bê.



Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 ê Adara 2025




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact