Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 06:49 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Nemsayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adara 2025 Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya balyozê Nemsayê yê li Îraqê birêz Andrea Nasi kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda de hat kirin.

Her di vê hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê, bi taybetî amadekariyên hilbijartinên dahatû hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Nemsayê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo hevkarî û hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel balyozxaneya welatê wî.

One attachment
  •  Scanned by Gmail
 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact