Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 24 JAN 2026 23:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Malpera partî di çax û demê teknelojiyayê da peyamên cuda di gehîne
| KDP.info


Husên Qayidî

Di çarçovê pêşkeftinên teknelojiya serdem da û çax û demê jimaran ku nuke jiyan têda dibort, malperên elektronî jî mil bi milê wan di nava jiyanê da domê diken, her di vê semt û arasteyê da peyama xo ya rasterê di gehîne cemawerî û welatîyan, li demekî li ser astên navxo û nîvdewletî jî bngehînin.

Hebûna malperekê wek yê Partî Dîmokratî Kurdistan dîtina mewdayekê kûrtir yê bercestekrna snorên karakirina rol û pêgehê siyasî û rewşenbirî yê partî diyar diket ku her ji damezrandina xo û ta nuke jî ew bi binemayê berfirehkirina hizra xo ya dûr dîtin diyarkriye.

Her ji damezrandina Partî Dîmokratî Kurdistan li sala 1946ê li ser destê hizrmendê meznê kurd Barzaniyê nemir û ta nuke rolê here berçav yê rojnamevanî û bizava rewşenbirî li gel şorş û bizava rizgarîxwazîya kurdî hatîye pêş û di çarçovê navxo û derve da û gelek caran jî bûye ziman bo bnemayên azadî û dadperwerîya komelayetî û pitirîya caran jî li demê şorşê li gel bayê hêrşan li dijî dîktatorîyetê livîye û her qelemekê li perrek yan rojnameyekê dinivisî daxwaza azadîya kurdan û kurdistana serbexo kriye.

Hebûna malperê Partî Dîmokratî Kurdistan pêngaveka stratîjî û armancgire bo asankrna gehandina zanyariyên hizrî û ecêndayên grêdayî partî bi xo û hevdem baştirkrna berbelavkirna nûyatiyê di nava wê partiyê bi xo da û dîsa jî vedîtin û rengvedanên caddeyê siyasî û hizrî ya partî jî êk ji xalên here serekî yên vî malperî bûye her ji damezrandinê û ta nuke.

Ji gehandina peyamên lasilkîyan û ta nuke bûye jimarên elektronî û teknelojiya serdem û modernyetê, partî herdem xudan dîtneka cuda bûye û ev malpere jî her êk ji wan dîtnan bûye ku şiyaye kar û bizav û ked û xebata xo pê diyar biket.

Zêdebarî diyarkrna kawdanên navxo û derve dergehekê mezin jî li hembirî çavdêr û nivîser û hizrmendan vekriye, dîtnên cuda bi şêweyekê êkser parve bken û her ev yeke bûye binemayê serekî ku cemawer û hem jî ragehındına dî bi zimanhal bo partî li hindek deman bizanît.

Hebûna malperekê bi vî awayî ne tenê  ji rûyê teknîkî ve belku bo dîtna paşerojê û baştirkrna pêngavên azadiyê rolekê serekî di gêrît û pîrozbahiyê li heval û hevkarên xo yên nava vî malperî di kem ku xo bxêzaneka dewlemend û mezin diyarkriye û dê her ew xêzan jî mînît ku em jî pşkekin ji wê.

Şîretkar li serokatîya herêma Kurdistanê




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li namzedbûna Nûrî Malîkî bo postê Serokwezîrê Iraqê kir

SATURDAY, 24 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî pêşwazî li biryara Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo destnîşankirina Nûrî Malikî wekî namzedê Serokwezîrê Iraqê dike.

 
Serok Barzanî digel Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 21:01:58

Îtalya-KDP.info: Di çarçoveya serdana xwe ya Îtalyayê de, roja pêncşemê 22.01.2026an li bajarê Romayê, Serok Mesûd Barzanî digel rêzdar Guido Crosetto Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Digel Rêzdar Mezlûm Ebdî Civiya

THURSDAY, 22 JANUARY 2026 19:01:07

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li rêzdar Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandekî pê re kir.

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Mîrê Qeterê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 23:01:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja Çarşemiyê, 21.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û Şêx Temîm bin Hemad Mîrê Qeterê de peywendiyeke telefonî hate kirin.

Naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê

WEDNESDAY, 21 JANUARY 2026 19:01:29

Vatîkan- KDP.info: Serok Mesûd Barzanî roja Çarşemê 21.01.2026an, di çarçoveya serdana xwe ya Vatîkanê de, bi birêz Pietro Parolinî, Serokwezîrê Vatîkanê re civiya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact