Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 16 APR 2026 16:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî daxwaza parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê kike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Îro înê 14.02.2025ê li bajarê Munchenê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên di çarçoveya Konferensa Ewlehiyê ya Munchenê da, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi Mihemed El-Xalîfî Wezîrê Dewletê li Wezareta Dervya Qeterê re civiya.

Di civînê da li ser pêşxistina peywendiyên Qeterê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û navçeyê bi giştî û Sûriyeyê bi taybetî nirxandin.
 
Her du aliyan piştgiriya xwe ji bo aştî û aramiya Sûriyê dupat kirin ûpirsa Kurd û pêkhateyan din li Sûriye ya nû da gotûbêj kirin. Di vê derbarê da Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhatan û beşdariya çalak di avakirina paşeroja Sûriye da.
 
Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran ra û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.



Nûçeyên din

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wasanan û Geliyê Xoşnawetiyê de

THURSDAY, 16 APRIL 2026 13:04:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan peyamek weşand.

 
Peyama Serok Barzanî ji bo Salvegera Tawana Kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Geliyê Xoşnawetî

THURSDAY, 16 APRIL 2026 13:04:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan de îro 16ê Nîsanê peyamek weşand û tê de hat ragihand; rejîma berê ya Iraqê tawneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî bû.

 
Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Sersalê li Êzîdiyan dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:11

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Sersala Êzîdiyan peyameke pîrozbahiyê belav kir û piştgiriya xwe ji bo maf û daxwazên wan dupat kir.

Serok Barzanî Cejna Serê Salê li Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 13:04:16

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Cejna Serê Sala Ola Êzidiyan li Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike û hîviya bextewerî û keyfxweşiyê ji wan re dixwaze.

 
Serokê Herêma Kurdistanê sersala Êzidiyan pîroz dike

WEDNESDAY, 15 APRIL 2026 12:04:59

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Serê Salê ya Kurdên Êzidî pîroz kir û got, “Ez hêvî dikim ev sersal bibe destpêka saleke tijî serkeftin û aramî.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact