Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 4 JUL 2025 02:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Mehmet Şîmşek li ser hinartina petrolê axivîn
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Sibatê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mehmet Şîmşek, Wezîrê Darayiyê Tirkiyê li ser hinartina Petrola Kurdistanê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hinartina Petrola Kurdistanê yek ji wan mijaran bû ku wan gotûbêj kirine.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan de hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her wiha behsa giringiya cîbicîkirina projeya Rêya Geşepêdanê û girêdana welatên kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêya hesin bi Tirkiyeyê û welatên Ewropayê re, hat kirin û her du alî li ser pêwîstiya beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê di vê projeya giring de hevnêrîn bûn.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubayê de, hevdîtin bi hejmarek ji serkirde û berpirsên cîhanê re dike.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact