Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 MAR 2026 12:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê behsa bihêzkirina peywendiyên dualî kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Sibatê li Dubayê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de gotûbêj derbarê pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê de hatin kirin.

Di civînê de: “Her du alî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevkarî û hevahengiya dualî û zêdetir pêşxistina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarat di warên curbicur de hevnêrîn bûn.”

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan (Sêşem, 11.02.2025) dest pê kir û heta roja 13ê vê mehê berdewam dibe, Di çarçoveya wê lûtkeyê de,  Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanêhejmareke hevdîtin û civînan bi hejmareke serok û serkirde û berpirsên bilind ên cîhanê re dike.”

 




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

SUNDAY, 08 MARCH 2026 16:03:09

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) , Serok Barzanî li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:05

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:03

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 22:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 21:03:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact