Hewlêr-KDP.info: malpera fermî ya DEM Partiyê ragehandiye, roja16ê Sibat a 2025ê şandeya DEM Partî serdana Herêma Kurdistanê
dike, û li Hewlêrê li gel Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê hevdîtinê bike. Herwaha roja 17ê Sibatê
jî dê derbasî Silêmaniyê bibin û li gel Bafil Talebanî Serokê YNKê, ûQubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û rayedarên YNKê bicivin.
Hat ragehandin “ di hevdîtinan de şandeya DEM Partiyê dênaveroka hevdîtinên xwe yên li Îmrali parve bike û derbarê vêqonaxê de danûstan, pêşneyar û fikren hemû aliyan wergirin û jiOcalan re ragehînin.