Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 JUL 2025 10:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo şanda Wezareta Derve ya Almanya behsa êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanya kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa dîroka xebat û êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyê bi hev re biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Îro Pênçşema 23.01.2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Tobias Lindner Wezîrê Dewlet yê li Wezareta Derveya Almanya û Rêkxerê Taybetî yê Wezareta Derveya Almanya yê Karubarê Sûriye û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de nirxandina rewşa siyasî û emnî û pêşhatên dawî yên navçeyê û Sûriyê û her wiha metirsiyên serhildana terorê û rola aliyên Kurdî yên Sûriyê li pêşeroja wî welatî û pêwîstiya parastina aramî û piştbestina bi awayên aştiyane û diyaloga di navbera aliyan de kirin.

Di derbarê pêşeroja Kurdan li Sûriyê, Serok Barzanî behsa dîroka xebat û êş û janên gelê Kurd li Sûriyê kir û herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyê bi hev re biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û bi aştî û diyalogê kêşe bêne çareserkirin. Herwiha tekez kir ku sîstema siyasî ya nû li Sûriyê divê têgihiştina wan ya li ser rewşa gelê Kurd û daxwaz û maf û taybetmendiyên gelê Kurd hebe.

Her di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya herêmê û proseya guftûgoya di navbera aliyên siyasiyên herêmê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê danustandina bîr û ramanan kirin.

Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanya birêveçûna aramiya hilbijartinê û rêjeya bilinda beşdariya welatiyên herêmê li hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya li cotmeha derbasbûyî bi serkeftî û bi mînakî wesif kir.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistanê û Almanya kirin û Serok Barzanî spasî hikûmet û gelê Almanya kir ku li şerê terorîstên DAIŞê de alîkarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn.

Şanda mêhvan jî wê yekê bi Serok Barzanî ragihandin ku Almanya piştevanê gelê Kurdistanê ye û li hemû rewşek da bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hemahengiyê da dibe.


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê re civiya

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 18:07:50

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Qasim Ele'recî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Venezuelayê kir

WEDNESDAY, 09 JULY 2025 16:07:21

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 09.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevdîtinek de bi Arturo Aníbal Gallegos Ramírez Balyozê Venezuela li Iraqê re, di derbarê derfetên zêdetir pêşxistina bi peywendiyên Venezuela bi Iraqê re danustandina bîr û ramanan kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact