Zikrî Mûsa
Beşek ji bedena gelê Kurd di nava erdnîgariya dewleta Sûriyê de ye. Kurd li vî parçeyî jî wek parçeyên din di bin zilm, bêbextî û bêpariyê de jiyane. Tevî rewşa dijwar, bêparkirina mafên wan û bikaranîna darê zorê ji aliyê rejîma Sûriyê ve, lê Kurdan li Sûriyê çog nedanîn û têkoşîna xwe berdewam kirin. Her ji destpêka tekoşîna Kurdan li Sûriyê, di navbera wan û tevgera Kurd li Iraqê de, têkiliyeke xurt a rêxistinî, ruhî û hizrî hebû. Di nîveka sedsala 20an de, şoreşa wî beşê Kurdistanê îlhama xwe ji rê û rêbaza Barzanî û kurdewariyê distend û di gelek qonaxan de têkoşerên kurd ên li Sûriyê hemahengî û alîkariya şoreşa kurdî li Kurdistana Iraqê kirine. Herwaha her paşveçûn û bihêzbûna Kurdan li Kurdistana Iraqê, bandor li tevgera kurd li Sûriyê kiriye û berovajî vê yekê jî, guherîn û bihêzbûna tevgera rizgarîxwaz a Kurd li Sûriyê jî, bandora xwe li Kurdistana Iraqê û perçeyên din kiriye.
Piştî bûyerên bihara Erebî yên sala 2011an, Kurdan li Sûriyê derfeteke pir baş dîtin ku têkoşîna xwe ber bi qonaxeke girîngtir û bi bandortir ve bibirin. Di wê demê de, Herêma Kurdistana Iraqê û Serok Barzanî bi xwe faktoreke bihêz bûn ji bo komkirina hêzên Kurdên Sûriyê. Piştî van guhertinan, em bi wêrekî dikarin bêjin ku tu kesî bi qasî Serok Barzanî ji bo gelê Kurd li Sûriyê hewl nedaye, ji hewlên dîplomatîk heta pêşkêşkirina alîkariyên rasterast ên madî û çekan di destpêka şerê li dijî DAIŞê de û hewla yekgirtina hemû partiyên siyasî. Di herdu rêkeftinên Hewlêr de û di rêkeftina Duhokê de ku di navbera aliyên Kurdî de di bin çavdêriya Serok Barzanî de hatine îmzekirin, Serok Barzanî şîret li herdu aliyan kir ku di hemû rewşan de yek bin û pêkve bin, di şer, berevanî û rêkeftinê de ligel her aliyekî biyanî û Sûriyê de, bi hev re bin. Ji ber ku hêza we bi yekîtiyê ye. Di şerê li dijî DAIŞê de, Serok Barzanî çendîn caran biryara dabînkirina çekan û piştevaniya şervanên li navçeyên sînorî daye.
Di Cotmeha 2014ê de, Serok Barzanî zext li ser hevpeymanan û Amerîkayê kir bo alîkariya Rojava û parastina wê ji metirsiya terorîstan, û di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry, daxwaz ji hêzên hevpeyman kir, ku piştevaniya asmanî bidin Kurdan li Rojava. Herwiha Tirkiye razî kir ku Pêşmerge bi axa wê de biçin Kobanî Divê Pêşmerge bişînin Kobanê ku di dawîyê de Kobanî ji destê terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin.
Serok Barzanî di şerê dijî terorîstên DAIŞê de gelek caran li navendên navdewletê hewlên mezin da bo beşdariya aliyên Kurdistanî di konferans û civînên girîng ên navnetewî de li şerê dijî terorîstên DAIŞê. Herwiha hertim ji aliyên siyasî yên Rojava re gotiye ku bibin yek û jihev dûr nekevin. Serok Barzanî hertim rewşên dijwar ji wan re rave kiriye û ji wan re gotiye, hûn li Sûriyê ligel her welatekî yan aliyekî lihev bikin, bihevre bin û pêkve bin. Ger hûn bi hev re bixebitin û nehêlin kesên din destwerdana karên we bikin, dê her kes hesabê ji we re bike û guh bide daxwazên we. Serok Barzanî çendîn car ji wan re tekez kiriye ku Kurd li Sûriyê xwediyê dozeke rewa ya netewî ne û divê mafên wan bên naskirin. Serok Barzanî ji wan re got, eger yekrêz bin dê wek miletekî xwedî maf bên dîtin û daxwazên wan bên cîbicîkirin.
Niha piştî ku rêjîma Esed ketiye, derfeteke nû ji bo Kurdên Sûriyê derketiye holê ku doza xwe çend gavan ber bi pêş de bibin. Divê partiyên Kurdî li wir ji ezmûnan ders werbigirin û xeletiyên salên borî dubare nekin. Serdana nûnerê Serok Barzanî bo Rojava û hatina fermandeyê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk cem Serok Barzanî deriyek e ji bo destpêkirina qonaxeke girîng a xebata hevbeş a aliyên Kurdî li Sûriyê. Di vê qonaxa nû de jî, şîretên Serok Barzanî bo aliyên Kurdî li Sûriyê ew in ku bihevre bin û rê nedin ti aliyek destêwerdanê di karûbarên we de bike. Bihvre û pêkve bin û xwedî biryarên xwe bin ji bo dabînkirina mafên gelê Kurd û nehiştina dubarebûna karesat û belayên li ser Kurdan.