Ebû Dhabî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hevahengiyê kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19.01.2025 li Ebû Dhabî bi Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha herdu aliyan tekezî li ser bihêztirkirina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û pêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî di warên cuda cuda de hat kirin.