Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat kir û di wê hevdîtinê de rewşa nû ya Sûriyê û çawaniya bicîhanîna helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin
Êvariya roja Pênçşema 16.01.2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat kir.
Di vê hevdîtinê de rewşa Sûriyê û pêşhatên emnî û siyasî yên dawî yên Sûriyê û herwiha çarçêweya giştî ya muamelekirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyê û çawaniya bicîhanîna helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî yên Sûriyê gotûbêj kirin.
Her di vê hevdîtinê tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyê bi bê destêwerdana hîç aliyek û bi rêkarên aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û ji bo mîsogerkirina mafên xwe bi yekrêzî û yek helwestiya hevbeş bi hikumranên nû yê Sûriyê bigihin hevtêgihiştin û rêkkeftinê û fakterê aştî û aramiyê bin û rêgiriyê li dûbarebûna wan êş û janan bikin ku bi ser gelê Kurd û pêkhatên dinê Sûriyê de hatine.