Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Amerîka destxweşî li Serok Barzanî kir ku nûnerê xwe şand Sûriyê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan destxweşî li Serok Barzanî kir, ku nûnerê xwe yê taybet ji bo hevdîtinên bi aliyên Kurdî yên Sûriyê re şand Rojava, herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku, Amerîka piştgiriya hemî bizavan dike ku bibin sedema lihevnêzîkbûna aliyên Kurdî

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 15.01.2025 li Pîrmamê pêşwaziya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir.

Di wê hevdîtinê de dîtin û nerîn li ser rewşa siyasî û ewlehî û dawî pêşhatên Îraq û Sûriye û deverê li hev hatin guhertin.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê destxweşî li Serok Barzanî kir, ku nûnerê xwe yê taybet ji bo hevdîtinên bi aliyên Kurdî yên Sûriyê re şand Sûriyê, herwesa tekez li ser wê yekê jî kir ku, Amerîka piştgiriya hemî bizavan dike ku bibin sedema lihevnêzîkbûna aliyên Kurdî û herwesa peydabûna seqamgiriyê li Sûriye û deverê.

Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî û bizavên çarekirina arêşeyan hatin kirin.

Her di wê hevdîtinê de şanda mêvan dilxweşiya xwe ji bo danûstandinên navbera aliyan û bilezbûna pêngavan ber bi damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ragehand.

Gefên derkeftina terorê û pêdivîtiya parastina seqamgiriya Îraq û deverê jî mijarên tewerekî din ê wê rûniştinê bûn.


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact