Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 12 JUL 2025 22:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û şanda Amerîka: Pêwîst e mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê danûstandin li ser rewşa Sûriyê kirin û herdu alî hevnerîn bûn li ser pêdivîtiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyê û gerentîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşema 15.01.2025 di hevdîtinekê de bi Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor re danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û bizavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û Sûriyeyê kirin.

Herdu alî li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de hevnerîn bûn, ji ber ku di berjewendiya hemî aliyan de ye û rawestiyana wê zirareke zêde gehandiye budceya giştî ya Îraqê.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî ji aliyê xwe ve tekez li ser giringiya cih û rolê Herêma Kurdistanê wekî hevpareke Amerîkayê kir.

Pareke din a danûstandinan girêdayî pêdivîtiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû, di vî warî de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe di çarçoveya budceyê de bi cih anîne, lewma divê Bexda mafên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke federalî û desrûtî bişîne.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Sûriyê jî mijara tewerekî din ê danûstandinan bû, herwesa herdu alî li ser pêdivîtiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyê û gerentîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hevnerîn bûn.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner û Şandiyê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê Scott Bolz jî di wê hevdîtinê de amade bûbûn.

 




Nûçeyên din

Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact