Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Çend wezîr dê peyama Kurdistanê bigihînin hikûmeta federal
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ji bo ku daxwaz û peyamên Herêma Kurdistanê bigihînin hikûmeta federal, çend wezîr hatin destnîşankirin.

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, nûnerên Herêma Kurdistanê li hikûmeta federal û serokên fraksyonên Kurdistanî yên hemû aliyan, îro civîneke awarte ya Encûmena Wezîran li ser mijara mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin.

Di civîna îro de, hemû wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa pirsgirêkên derbarê maf û sayeşteyên darayî yên Herêma Kurdistanê de, yên ku ji aliyê hikûmeta federal ve nehatiye dayîn, kirin.

Pêşewa Hewramanî da zanîn: “Serokwezîr û cîgirê wî daxwaz ji wezîr û serokên fraksyonên Kurdistanî li Bexdayê kirin ku bi hev re hûrgiliyan bidin xuyakirin, eger rexne û kêmasî li hikûmeta Herêma Kurdistanê hebin, proje û pêşniyarên xwe di vê derbarê de pêşkêş bikin.”

Got jî, çend wezîrên ku nûneratiya Herêma Kurdistanê dikin hatin erkdarkirin ku peyamên Herêma Kurdistanê bigihînin hikûmeta Iraqê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo îsal daxwazên Herêma Kurdistanê hene:

Yekem, divê îsal (2025) mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê garantîkirin û ti paşketin û pirsgirêk çênebin.

Duyem, divê Herêma Kurdistanê di guhertinên bûdceya giştî de, di madeyên girêdayî Herêma Kurdistanê de, ji bo parastina mafên gelê Herêma Kurdistanê, gotina xwe hebe.

Pêşewa Hewramanî got: “Di cibicînekirina daxwazan re, beşdarên civînê gotin, dibe ku biryarek were dayîn ku xizmeta Iraq û Herêma Kurdistanê neke, ku dê bandorê li aramiya navçeyê jî bike, ji ber ku heta niha Herêma Kurdistanê hemû nermbûn nîşan daye, tenê ji bo ku asayîş û aramiya civakî li Iraqê têk neçe. Lê eger bi vî awayî mafên gelê Kurdistanê bê binpêkirin, çi biryara vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê be, yan jî biryareke din be, dê li ser biryara aliyên siyasî bimîne.”

Pêşewa Hewramanî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ku li ser vê pirsê yekrêz be, ji ber ku ev pirs ne partîtî ye û girêdayî tevahiya Herêma Kurdistanê ye.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact