Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêcşema 09.01.2025 pêşwazî li Cîgira Balyozê Îtalyayê li Iraqê Chiara Franchini kir.
Di hevdîtinê de, guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warên aborî û bazirganî de û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de hatin kirin.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê hat kirin.