Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 7 JUL 2025 00:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Davutoglu: Serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê di demeke guncayî de bû
| KDP.info


Enqere-KDP.info- Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ragihand, serdana Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê di demeke guncayî de bû û got, divê diyalog ligel birayên Kurd li Iraq û Sûriyeyê berdewam be.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyeyê de ragihand, “Serdana Mesrûr Barzanî bo Enqereyê û hevdîtina wî ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re, di demeke guncayî de bû.”

Davutoglu got: “Li hember hêzên dagirker ên ku dixwazin herêmê têxin nava alozî û tevliheviyê de, divê em bi birayên xwe yên Kurd ên li Iraq û Sûriyeyê re diyaloga xwe bidomînin.”

Herwiha Davutoglu got: “Divê li Rojhilata Navîn neteweyên dost nebin qurbaniyên nakokî û berjewendiyên welatên cîhanê. Aştiya li Rojhilata Navîn dê bi piştgirî û hevrêziyê pêk were.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 7ê Çile bi serdanekê gihîşt Enqereyê.

Di civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re, guftûgo li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî ji platforma “X” ragihand, “Me li Enqereyê bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re xurtkirina têkiliyên dualî û pêşhatên dawî yên li Iraq, navçe û Sûriyeyê gotûbêj kirin.”

Herwiha got: “Me tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê û rakirina astengiyan li pêşiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact