Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 6 JUL 2025 01:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK û YNK guhertinên navçeyê û avakirina hikûmetê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 17.12.2024ê li binkeyê Polîtburoya PDKê ya li Pîrmamê hevdîtina şandeyên danûstankar ên PDK û YNKê pêkhat.

Piştî civînê daxuyaniyekî hevbeş hate belav kirin û hat ragehandin, di civînê de rewşa navçeyê û guhertinên çêbûne û bandora wan li ser Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin û herdu alî hemramanbûn li ser yekrêzî û yekhelwêstiyê û di vê qonaxa hestyar de li parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê.

Mijara civînê behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêngavên pêwîst ên ji bo serxistina wê proseyê bû. Herdu alî hemramanbûn ku di demekî kurt de li ser amadekirina bernameyekî hevbeş ji bo wê bingehê hikûmraniya Kurdistanê di qonaxa paşerojê de li ser birêve biçe amade bikin. Bi awayekî ku parêzgariyê li pêgeh û seqamgiriya Herêma Kurdistanê, maf û berjewendiyên hemwelatiyan û hemû pêkhateyan bike.

Dawiyê de jî hat gotin ku biryar hate dayîn lijneyekî hevbeş kar li ser amadekirina reşnivîsa wê bernameyê bike ku ji bo civînê pêş amade be.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact