Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 13 JUL 2025 11:06 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mûsa Keval: Gelê Kurd xebat û têkoşîna PDKê jibîr nake
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarekî Kurd dibêje, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi dehan salan e ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd têdikoşe û gelek şehîd û qurbanî daye. Lewma di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest xist, ji ber ku gelê Herêma Kurdistanê têkoşîna PDKê jibîr nake.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mûsa Keval ji malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Hilbijartinên vê dawiyê yên parlemantoyê nîşan dan ku gelê Kurd rijd e li ser mafê xwe yê dengdanê û têgihîştina baştir ji demokrasiyê re, ku ev yek jî ji bo Herêma Kurdistanê pir giring e. Tevî şert û mercên guvaşên aborî yên Bexdayê bo ser Herêma Kurdistanê, lê gelê Kurd xwe bêhêvî nekir û li deng û îradeya xwe xwedî derketin. Ev yek jî hêviyê dirust dike ku roj bi roj saziyên Herêma Kurdistanê bihêztir bibin, lewma ji bo hemû kurdan dilxweşiyeke mezin e û niha dem hatiye ku li gor dengên partiyan hikûmet bê avakirin.”

Keval wiha jî got: “Sedema bidestxistina ewqas dengan ji aliyê PDKê ve, ji ber ku PDK ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd hatiye avakirin û partiyek bi têkoşîn û şehîd û qurbanîdana dehan salan hatiye damezrandin û xwe dike xwediyê welatê xwe, lewma gelê Kurd qet wê yekê jibîr nake. Herwiha Serok Barzanî ti carî li hember Bexdayê û li hember ti aliyekî din ji bo mafên kurdan kêmasî nekiriye. Ev yek jî dibe cihê baweriya miletê kurd. Ji ber wê jî helwesta niştimanî ya PDKê giring bûye, ji ber ku ti aliyek din nîne ku li ser asta niştimanî mafên gelê Kurd biparêze û asayîş, aramî û hevsengiya navdewletî çêbike û rê li ber guhertinên navdewletî bigre ku dijatiya Herêma Kurdistanê bikin. Ji ber van hemû tiştan gel dengê xwe daye PDKê û PDKê ewqas deng û serkeftinek mezin bi dest xistiye.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê de zêdetirî 800 hezar deng bi dest xist û 39 kursiyên parlamentoyê bi dest xist û li gorî hilbijartinên berê zêdetirî 200 hezar deng zêde kiriye.

 

 

 

 




Nûçeyên din

Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li serxistina proseya aştiyê dike

FRIDAY, 11 JULY 2025 16:07:49

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir

THURSDAY, 10 JULY 2025 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact