Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 20 JAN 2025 05:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û balyozê Belcîka rewşa aloz a Sûriyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Berçile pêşwazî li Balyozê Belcîkayê yê li Iraq û Urdinê Serge Dickson kir.

Balyozê Belcîkayê pîrozbahiya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kir. Herdu alî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê di demek nêzîk de hevnêrîn bûn, di vê derbarê de jî civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê wek gaveke erênî hat nirxandin.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê girîngiya dabînkirina mafên destûrî û mafên darayî, destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li Iraq û navçeyê û rewşa aloz a Sûriyê hatin kirin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Şahê Urdinê rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

SUNDAY, 19 JANUARY 2025 18:01:27

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şahê Şanişîna Urdinê danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Urdinê û Herêma Kurdistanê û derfetên berifehkirinê di warên cuda cuda de kirin, herwesa Şahê Urdinê silav û rêz û hurmetên xwe ji bo cenabê Serok Barzanî diyar kirin.

Mesrûr Barzanî û Serokê Îmarat tekezî li ser pêşxistina peywendiyan kirin

SUNDAY, 19 JANUARY 2025 12:01:21

Ebû Dhabî-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hevahengiyê kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Mezlûm Ebdî kir

THURSDAY, 16 JANUARY 2025 22:01:21

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat kir û di wê hevdîtinê de rewşa nû ya Sûriyê û çawaniya bicîhanîna helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin

 
Amerîka destxweşî li Serok Barzanî kir ku nûnerê xwe şand Sûriyê

WEDNESDAY, 15 JANUARY 2025 16:01:10

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan destxweşî li Serok Barzanî kir, ku nûnerê xwe yê taybet ji bo hevdîtinên bi aliyên Kurdî yên Sûriyê re şand Rojava, herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku, Amerîka piştgiriya hemî bizavan dike ku bibin sedema lihevnêzîkbûna aliyên Kurdî

 
Mesrûr Barzanî û şanda Amerîka: Pêwîst e mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî bin

WEDNESDAY, 15 JANUARY 2025 15:01:34

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê danûstandin li ser rewşa Sûriyê kirin û herdu alî hevnerîn bûn li ser pêdivîtiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyê û gerentîkirina mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyê.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact