Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 3 JUL 2025 07:49 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Fazil Mîranî pêşwazî li şanda Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Bayram Bozyel kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî pêşwazî li şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Bayram Bozyel û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Fazil Mîranî Serokê Desteya Kargêrî ya Polîtîroya PDKê bi navê serkirdatiya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi xêrhatina şanda mêhvan kir û balkişand li ser rewşa niha ya Kurdistanê bi taybetî û rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û got ku rewş hestyar e.

Di hevdîtinê de Fazil Mîranî tekez kir ku jihevtêgihiştin û pevguhertina nerînan bi hev re, dê pirsgirêkan derbas bike û nakokiyan ji holê rake.
Mîranî herwiha bi kurtî behsa proseya helbijartinê ya şeşemîn dewra Parlamentoya Kurdistanê kir û ew hilbijartin bi serkeftî bi nav kir û tekez kir ku ev hilbijartin cihê şanaziyê ye ji bo gelê kurd li seranserî navçe û cîhanê.
Wî got jî, gelê Herêma Kurdistanê biryara xwe daye û divê êdî aliyên serketî dest bi avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Derbarê rewşa navçeyê de jî Mîranî tekez kir ku, navçe di rewşeke nebaş re derbas dibe û divê hemû alî bi berpirsyarî û bi jîrî ji bo parastina rewşa navçeyê tevbigerin û tekez kir, ku PDK li gel wê yekê ye ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyê bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin.
Mîranî peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û PSKê de bi dîrokî û serkeftî wesif kir û hêvî xwest ku ev peywendiyên han ber bi pêş ve biçin û di xizmeta herdu aliyan de bin.

Ji aliyê xwe ve Serokê PSKê Bayram Bozyel bi navê xwe û şanda pê re spasiya serkirdayetiya siyasî ya PDK kir ku pêşwaziya wan kiriye û hêsankariya vê hevdîtinê kiriye. Herwiha pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kir û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê rûyekî şaristanî nîşanî cîhanê daye û ev yek jî ji bo her kurdekî li her cihekî cîhanê cihê dilxweşiyê ye.
Bayram Bozyel herwiha tekez kir, ku PSK alîgirê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ye û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî amade ye ji bo vê armancê çi pêwîst be bike. Hêvî jî kir ku Kurdistan li ser serkeftin û pêşketina xwe berdewam be.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact