Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 JUL 2025 22:05 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Iraq bikeve nava şerê Rojhilata Navîn dê ziyanên mezin bibîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke taybet a li gel kanala Sky News a erebî de ragihand, bi rakêşana Iraqê bo nav şerê naha yê li Rojhilata Navîn dê ziyanên mezin bibîne.

Di hevpeyvîneke taybet a li gel Sky News a erebî de Serok Mesûd Barzanî diyar kir berdewambûna şer bo şer li Rojhilata Navîn heye û daxwaz ji hemû aliyan kir aştiyê hilbijêrin.

Herwaha diyar kir, di berjewendiya kurdan de nîne peywendiyên li gel Îran an jî Tirkiyê aloz bikin. Barzanî got, peywendiyên li gel herdu aliyan jî asayî ye û diyar kir: ‘’Lê em rê nadin ti kesek destwerdanê di karûbarên me de bike.’’

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku cudayiyên mezin di navbera opozîsyona li Îran û opozîsyona li Tirkiyê heye û got: ‘’Opozîsyona Îranê destwerdanê nake li karûbarên Iraqê û rênîşaniyan cîhbicîh dike. Lê PKK destwerdanê dike û guh nade ti rênîşaniyekî

Derbarê rewşa navxwe de jî Serok Barzanî got, DAIŞ hîn metirsiyekî cîdî ye. ‘’Vekêşandina hêzên hevpeymanan bê ku artêşa Iraqê amade be, pirsgirekekî mezine. Ji ber Iraq dê rastî lewaziyekî rasteqîn bê bi taybet li hêzên esmanî.’’

Serok Barzanî diyar kir: ‘’Peywendiyên navbera Kurdistana Iraq û navend li Bexdayê baş e. Çend pirsgirêk hene heta niha jî gotûbêj li ser tên kirin, bi taybet jî beş û pişka Herêma Kurdistanê ya li petrolê tên gotûbêj kirin.’’




Nûçeyên din

PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir

Nêçîrvan Barzanî pesnê hevpeymaniya navdewletî dide

MONDAY, 14 JULY 2025 17:07:23

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 14.07.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi General Kevin Leahy Fermandeyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletiya li Iraq û Sûriyê û şandeke pê re civiya.

 
Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya ji bo raya giştî

SATURDAY, 12 JULY 2025 22:07:29

Hewlêr-KDP.info: Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hengavên pêvajoya aştiyê kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 21:07:04

Hewlêr-KDP.info: îro în 11.07.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şanda Serokayetiya DEM Partî û hejmarek ji siyasetmedarên Kurd kir ku îro beşdariya rêwresma çekdanîna grûpeke PKK da kiribûn.

Serok Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partî kir

FRIDAY, 11 JULY 2025 19:07:22

Hewlêr-KDP.info: Roja înê 11 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hejmarek kesayetiyên siyasî û şanda bilinda DEM Partiyê kir ku ji: Birêz Ehmed Turk û birêz Leyla Zana û birêz Sirri Sakik û birêz Tuncer Bakirhan Hevserokê DEM Partî û birêz Çigdem Kılıçgun Uçar Hevseroka Herêmên Demokrat û birêz Meral Daniş Beştaş Parlementerê DEM Partî û birêz Berdan Ozturk Berpirsê Peywendiyên Derveyê DEM Partiyê pêkhatibûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact