Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Pêdivî ye Îraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve.” Amajeyê jî dide, “Em amade ne rolê xwe li Herêma Kurdistanê bigêrin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Şemiya 23.11.2024 li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê nivîsiye, “Pêdivî ye Îraq ji hevrikiyên Rojhilata Navîn dûr bikeve.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa gotiye, “Divê berjewendiyên welatî û dabînkirina pêdivîtiyên xelkê wê xema serekî û bingeha serederîkirina bi neseqamgiriyên deverê re bin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Em amade ne di vî warî de rolê xwe li Herêma Kurdistanê bigêrin.”