Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 2 JUL 2025 01:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Davutoglu: Bi dîtina Serok Barzanî kêfxweş bûm
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu tekez kir, “Lihevkirina Saykis-Pîkoyê gelên deverê parve kirine.” Ji bo bidestxistina aştiyê li deverê jî, pêdivî dibîne ku “Berê me li nirxên mirovatiyê be.”

Ahmet Davutoglu îro Îna 22.11.2024 di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de, ku li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê tê lidarxistin, di panêlekê de beşdar bû û di destpêka gotara xwe de bi zimanê Kurdî kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî nîşan da û got ku Serok Barzanî dostekî nêzîkî min e.

Dautoglu ragihand, “Saykis-pîkoyê em hemî parve kirin, lê pirsyar ew e ka em çawa hev bigirin. Diviyabû dewleta Filistînê piştî şerê cîhanî yê duyê hatiba çêkirin, lê nehat çêkirin. Ev jî rih û rîşalên arêşeyên doza Filistînê ne. Herwesa çi pabendî di dema 67 salên borî de ji bo çarekirina qeyrana Filistînê nebûn.”

Davutoglu ron jî kir, “Îraqî piştî nemana Sedam mil bi milê hev rawestan, ev jî tiştek bû ku me dixwest bibînin.” Herwesa got, “Tevî ku Donald Trump dibêje ez dê şeran bidawî bînim, lê bi temaşekirina tîma wî ez gelek nîgeran im, ku kesên tund tê de hene.”

Serokwezîrê Tirkiyê yê berê ji bo bidestxistina aştiyê li deverê pêdivî dibîne ku “Berê me li nirxên mirovatiyê be, ne ku nirxên wekî Tirk û Ereb û Kurd. Ez nabêjim ku nabe em giringiyê bidin sinoran lê giring e ku Kurd û Tirkmen  Ereb di hatin û çûna sinoran de azad bin.”

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta serê sala koçî

THURSDAY, 26 JUNE 2025 17:06:38

Hewlêr-KDP.info: Bi minasibeta hatina serê sala nû ya Koçî, Serok Barzanî îro (Pêncşem, 26.06.2025) peyamek parve kir.

Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî pîroz kir

THURSDAY, 26 JUNE 2025 11:06:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sala nû ya koçî li Misilmanan pîroz kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact