Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 5 JUL 2025 21:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel pêkanîna hikûmetê kirin ku bersivê bide daxwazên gel û armancên wan ên geşepêdan û aramiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel civiya û pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Balyozê Fransayê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û amaje bi rêjeya bilind a beşdariyê kir ku giringîpêdana welatiyan bi paşeroja Herêma Kurdistanê nîşan dide. Her du aliyan mekanîzma pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekez li ser giringiya pêkanîna hikûmetekê kirin ku bersiva daxwazên xelkê û armancên wan ên geşepêdan û aramiyê bide.

Balyozê Fransayê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe ji bo alîkarî û piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî spasiya Fransayê ji bo piştevaniya berdewam bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Her du alî pêşhatên dawî yên navçê gotûbêj kirin û tekez li ser giringiya dûrxistina Iraqê ji nakokiyên navçeyî kirin û tekez li ser bihêztirkirina hevkariyên hevbeş bo dabînkirina aramiyê li Iraqê kirin. Her wiha li ser girîngiya hevkariya hevbeş ji bo rêgirtina li zêdebûna aloziyan û parastina aramiyê li Rojhilata Navîn lihev kirin.

Rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên wan bi welatên cîran re û herwiha hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên Amerîkayê û gelek mijarên din yên ku cihê giringiya hevbeş in, mijareke din a vê hevdîtinê bû ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê amade bû.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir

THURSDAY, 03 JULY 2025 19:07:50

Hewlêr-KDP.info:Roja pênçşema 3ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya rêzdar Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnerê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê UN re civiya

THURSDAY, 03 JULY 2025 15:07:31

Hewlêr-KDP.info: îro pêncşem 03.07.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Dr. Mihemed Elhessan Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê ṣanda Neteweyên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê (UNAMI) kir.

 
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Raf' El Îsawî kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 22:06:21

Hewlêr-KDP.info: îro dûşem 30.06.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtineke digel Raf' El Îsawî, siyasetmedar û cîgirê berê yê Serok Wezîrê Iraqê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên Hewlêr ـ Bexdayê gotûbêj kirin û di derbarê bandor û berketiyên rewşa Rojhilata Navîn li ser Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir

MONDAY, 30 JUNE 2025 15:06:16

Hewlêr-KDP.info: îro 30î Hezîranê , Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê yê li Iraqê, Patrick Durel kir.

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir

SUNDAY, 29 JUNE 2025 20:06:46

Hewlêr-KDP.info: îro yekşem 29.06.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li hevdîtinek de bi Brijesh Kumar, Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê li Herêma Kurdistanê re, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina erkê wî dûpat kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact