Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 9 JUL 2025 12:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û Balyozê Fransa tekezî li ser peywendî û dostîniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransayê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de tekezî li ser peywendî û dostîniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro Duşema 11.11.2024 pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî tê de amade bûbû, Balyozê Fransayê li Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir, herwesa rêz ji bo rêjeya zêde ya tevlîbûna welatiyên Herêma Kurdistanê di rewşeke aram û demokrasî ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de li Cotmeha borî de hebû.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve tevlîbûna berçav a welatiyan û birêveçûna serkeftiyane ya hilbijartinan wekî piştevaneke mezin ji bo rewatî û dezgehên Herêma Kurdistanê wesifand, herwesa spasiya Civaka Navdewletî û aliyên wê jî kir, ji bo çavdêrîkirina wan hilbijartinan.

Her di wê hevdîtinê de helsengandin ji bo serûberê siyasî yê Îraqê û deverê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin, herwesa tekezî li ser peywendî û dostîniya gelê Kurdistanê û gelê Fransayê jî hat kirin.

Di pareke din a wê hevdîtinê de Balyozê Fransayê li Îraqê spasiya Serok Barzanî kir, ji bo giringîdan û piştevanîkirina birêveçûna merasîmên bîranîna sedsaliya bûna Xanim Danielle Mitterran, ku li roja 12.11.2024ê li bajarê Hewlêrê tê kirin.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li Tirkiye kir

TUESDAY, 08 JULY 2025 22:07:07

Hewlêr-KDP.info: îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke sersaxiyê ji Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re şand û tê de sersaxî ji Tirkiye, malbat û kesûkarên wan serbazên Tierkiyeyê re xwast, ên ku di çend rojên borî de di şikefteke deverên çiyayî yên Herêma Kurdistanê de mirine, herwesa hejmareke serbazan jî birîndar bû.

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact