Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 19 JUL 2025 01:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Holandayê pêşxistina peywendiyan gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya xanima Janet Alberda Balyoza nû ya Holanda li Iraqê kir û wê hevdîtinê de pêşxistina peywendiyan hat gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna xanima Alberda li erkê wê ya nû kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest û piştgîriya hemû dezgehên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wê dupat kir.
Ji aliyê xwe ve xanima Alberda kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina kar û serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir.
Herdu alî tekez li ser xwesteka hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyên Holandayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên hevbeş di warên curbicur de kirin û herwiha pesna rola Holandayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de û piştgiriya wê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên rewşa aloz ya Rojhilata Navîn, metirsiyên wê û bandora wê ya çaverêkirî li ser asayîş û aramiya navçeyê mijarên din yên civînê bûn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiye li Iraqê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 18:07:34

Hewlêr-KDP.info: Roja pênçşema 17 ê Tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Anil Bora Înan Balyozê Tirkiye li Iraq û şanda pê re kir.

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

THURSDAY, 17 JULY 2025 14:07:48

Hewlêr-KDP.info: îro 17ê Tîrmehê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan kir.

 
Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Estonya re civiya

WEDNESDAY, 16 JULY 2025 19:07:06

Hewlêr-KDP.info: îro çarşem 16.07.2025 ، Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Hanno Pevkur Wezîrê Berevaniya Estonya û şandeke pê re kir.

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

TUESDAY, 15 JULY 2025 14:07:26

Hewlêr-KDP.info: Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrişên bi dronan daxuyanî da.

 
PDK û YNK tekezî li ser yekhelwestiya aliyên siyasî kir

MONDAY, 14 JULY 2025 19:07:43

Hewlêr-KDP.info: Îro 14.07.2025, Serok Mesûd Barzanî, pêşwaziya Bafil Talebanî Serokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê û şanda pêre kir



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact