Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 8 JUL 2025 13:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Peyama gel gihîşt
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Girîngiya hilbijartinên 20ê Cotmeha 2024an ji bo PDKê eger ji giringiya hilbijartinên 1992an ên Herêma Kurdistanê ne zêdetir be, ne kêmtir bû. PDK di vê hilbijartinê de ji hemû partiyan deng û baweriya gelê Kurdistanê bi dest xist. Ev jî tevî hebûna bi dehan pilanên curbicur ên ewlekarî û aborî yên navxweyî, Iraqî û derve ji bo lawazkirin û jinavbirina pêgeha PDKê û şerê medyayî û derûnî yê berfireh li dijî PDKê û herwiha guhertina sîstema hilbijartinan û hewla jinavbirina kursiyên pêkhateyan. Hilbijartina vê carê ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ve hat kirin û dawiya wan hemû îdiayan hat ku digotin PDK bi rêya komîsyonê dikare destê xwe bixe encamên hilbijartinê û proseya dengdanê bike.

Bêguman eger di vê hilbijartinê de sîstema yek bazneyî bihata kirin, dê hejmara kursiyên PDKê ji ya niha gelek zêdetir bûya. Lê belê em ji bîr nekin ku dengên zêde yên PDKê di sîstema çar bazneyan de belgeyeke bihêz e û nayê înkarkirin li ser pêgeha mezin a PDKê di nava xelkê Kurdistanê de û baweriya gelê Kurd bi kiryar û dirûşmên PDKê dubare dike. Ji ber vê yekê gel bawerî da PDKê ji ber ku yekane partî bû ku ji bo pêşeroja welat xwedî bernameyeke zelal bû.

Hilbijartinên şeşemîn xula Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmehê de ji bo partiyan derseke girîng û dîrokî bû, ku endam û kadirên PDKê di hemû astan de kedeke mezin kirin. Ew jî ji bo serxistina partiya wan di vê rewşa aloz ya siyasî de û di nava van hemû astengiyan de bi ser ketin.

Hilbijartinên 20ê Cotmehê ku ji aliyê civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ve hate pêşwazîkirin, hem ji aliyê beşdarbûnê, hem ji aliyê teknîkî, hem ji aliyê amadekarî û hem jî ji aliyê ewlehiyê ve mînak bû. Hemû partiyan gelek wext hebûn û amadekariyên rêxistinî û medyayî yên baş kiribûn ku alîgirên xwe ji bo beşdarbûnê teşwîq bikin. Prose tevî aloziyên devkî di rewşeke aram û aştiyane de birêve çû, ku ev jî destkefteke mezin e ji bo Herêma Kurdistanê ku di rewşa aloz û ne aram a navçe û cîhanê de karibe proseyeke demokratîk û aştiyane birêve bibe.

Girîngiyeke din a vê hilbijartinê jî nûkirina rewatiya Herêma Kurdistanê ye, ku gelek aliyên navxweyî û derve hewl didan vê rewatiyê ji holê rakin. Êdî ti kes nikare hêviya vê yekê bike û metirsiyekê li ser hebûna Herêma Kurdistanê çêbike. Ji raya giştî ya navneteweyî re piştrast bû ku gelê Kurd sax e, hişyar e û amade ye û bi başî dikare riya xwe bibîne. Divê em hemû girîngiya vê destkeftiyê fêhm bikin û rêz li biryar û vîna gelê Kurd bigirin. Bila tu kes dilê xwe bi nefret, û bi gotinên bêmentiq û facebookê xweş neke, biryar û peyama gelê Kurd pir zelal e û ew peyamm gihîşt hemû cîhanê jî.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Partî her dem ber bi serkeftinê ve gavên zêdetir di avêje

MONDAY, 07 JULY 2025 16:07:32

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê , Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî kir

MONDAY, 07 JULY 2025 15:07:39

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê)  Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdilezîz kir.”

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 17:07:19

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşema 6 ê temmûza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Encûmena Nûnerên Iraqê, ya bi serokayetiya birêz Mehmud Meşhedanî kir.

‏Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 15:07:30

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Tîrmehê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Serokê parlementoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşhedanî kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir

SUNDAY, 06 JULY 2025 00:07:43

Hewlêr-KDP.info: Roja şemî 5 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya endamên Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebçeyê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact